Îraq: Her gefa li ser Hurmizê ji bo aboriya welatê me metirsî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Îraq avêtina her cure pêngavên neqanûnî yên ji bo astengkirina tevgera bazirganiya navneteweyî red dike.

Îraqê ragihand ku her gefa li ser ewlehiya deryayî, dê rasterast bandToreke neyînî li aboriya welêt û bihayê enerjî û xwirekê bike.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê diyar kir ku Nûnerê Daîmî yê Îraqê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Luqman Feylî beşdarî civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bûye.

Ev civîn roja çarşemê li ser mijara "Parastina aştî û ewlehiyê ya navneteweyî: Ewlehiya deryayî" hatibû lidarxistin.

Luqman Feylî di axaftina xwe de tekez kir ku Îraq girîngiyeke zêde dide ewlehiya deryayî û azadiya keştîvaniyê.

Feylî ragihand ku welatê wî pêbendî misogerkirina azadiya çûn û hatinê ya di rêyên avî yên navneteweyî de ye, bi taybetî li herêma Kendavê û Tengava Hurmizê.

Wî anî zimên ku ev yek li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Hiqûqa Deryayan (UNCLOS) tê meşandin.

"Gefa li ser aboriya Îraqê"

Nûnerê Îraqê yê li Neteweyên Yekbûyî hişyarî da û got:

"Her gefa li ser van rêyan, wekî metirsiyeke rasterast a li ser aramiya aboriya Îraqê tê hesibandin.

Ji ber ku Tengava Hurmizê rêya sereke ya hinartina petrola Îraqê û deriyê herî girîng ê bazirganiya derve ya welêt e."

Banga diyalog û hevahengiyê

Îraqê xwest ku mekanîzmayên diyalog û hevahengiyê di navbera welatên peravên Kendavê de werin aktîfkirin.

Feylî da zanîn ku têkçûna ewlehiya deryayî ne tenê zererê dide herêmê, di heman demê de bandoreke neyînî cîhanî jî dike.

Ev yek jî li seranserê cîhanê dibe sedema bilindbûna bihayê enerjî û xwirekê.

Krîza Tengava Hurmizê

Tengava Hurmizê piştî şerê ku 40 rojan ajot, bûye navenda nakokiyên di navbera Tehran û Washingtonê de.

Girtina tengavê ji aliyê Îranê ve, wekî yek ji sedemên sereke yên xitimîna danûstandinên her du welatan tê dîtin.

Îran li ser helwesta xwe bi biryar e û dibêje heta ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser welatê wan bidome, ew amade nînin ji bo ti cure dan û standinan bi aliyê Amerîkayê re rûnin.