Amerîka: Bidawîbûna erkê me yê leşkerî yê li Îraqê gaveke xwezayî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku bidawîbûna hebûna wan a leşkerî ya li Îraqê “gaveke xwezayî” ye û ev biryar di çarçoveya rêkeftina li gel Bexdayê de hatiye standin.

Wezareta Karên Derve di bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de tekezî kir ku ev bipêşketin li gorî wê daxuyaniya hevpar e ku meha Îlonê hatibû weşandin û demnameya erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) yê li Îraqê diyar dikir.

Pêvajoya vekişînê ya li gorî demnameyê

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku hêzên Hevpeymaniyê li gorî demnameya li ser lihevkirî tevdigerin û hat gotin:

“Ev gav di çarçoveya bidawîkirina operasyonên leşkerî yên li Îraqê de hatiye avêtin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wekî di daxuyaniya hevpar de jî cih girtiye, bidawîbûna erkê leşkerî “gaveke xwezayî ye, ji ber ku rola Hevpeymaniyê ya li Îraqê vediguhere pêwendiyeke ewlehiyê ya dualî ya kevneşopî.”

Vekişîna ji Bexdayê dest pê dike

Li gorî du berpirsên payebilind ên ewlehiyê yên Îraqê ku ji Rûdawê re axivîn, hêzên Amerîkayê dê roja şemiyê dest bi vekişîna ji hinek deverên Bexdayê bikin.

Şêwirmendê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Enbarê jî ji Rûdawê re piştrast kir ku vekişîna ji Baregeha Eyn el-Esedê jî hatiye plankirin.

Li gorî çavkaniyan, pêvajoya vekişînê dê Herêma Kesk a Bexdayê, Balafirgeha Bexdayê û baregeha Fermandariya Operasyonên Hevbeş li xwe bigire.

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji sala 2014an ve li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Îraqê û bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞê li wî welatî ne.

Hêza sereke ya Hevpeymaniyê ji hêzên Amerîkayê pêk tê.