Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêwendiyeke telefonî ya bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hişyarî da ku li herêmê "Metirsiya şerekî nû heye."
Li gorî nivîsgeha serokwezîrê Îraqê, di pêwendiyê de “gotûbêj li ser pêwendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevparî û hevahengiya di warên cuda de hat kirin, her wiha guftûgo li ser mijarên herêmî û navneteweyî yên xwedî girîngiyeke hevpar” hat kirin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê axivîn.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê li ser pêwendiya telefonî ya di navbera Sûdanî û Macron de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê Sûdanî di pêwendiyê de amaje bi hewlên hikûmeta xwe yên ji bo sazkirina konferanseke herêmî ya li Bexdayê ji bo gotûbêjkirina mijarên herêmê kiriye.
Sûdawî her wiha tekezî li ser girîngiya serdana çaverêkirî ya Serokkomarê Fransayê ya ji bo Bexdayê kiriye.
Nivîsgehê ragihand ku Sûdanî pêzanîna Îraqê ji bo helwesta Fransayê ya li hemberî doza Filistînê anî ziman û got:
“Ew binpêkirinên ku li Filistînê tên kirin, bipêşketinên metirsîdar in, rewşa navneteweyî aloztir dikin û sîstema cîhanî rûbirûyê astengiyên rasteqîn dikin.”
Metirsiya derketina şerekî nû
Mihemed Şiya Sûdanî di pêwendiyê de tekezî li ser girîngiya ku Îraq dide bipêşketina aborî ya bi rêya rola xwe ya avaker a li herêmê kiriye û li ser “metirsiya derketina şerekî nû” hişyarî daye ku dê bandorê li ewlehî û aramiya herêmê bike.
Sûdanî her wiha amadebûna welatê xwe ji bo karê bi Fransa û hemû hevparan re, di nav de Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji bo dûrketina ji her rûbirûbûneke nû anî ziman.
Sûdanî ragihand ku Îraq dê hemû rêkarên pêwîst bigire ku di çarçoveya berjewendiyên niştimanî de bin û armanca wan rêgirtina li şer be, ev jî bi rêya diyalogeke avaker a li ser bingeha yasayên navneteweyî.
Piştgiriya Fransayê ya ji bo Îraqê
Li gorî nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, di pêwendiya telefonî de Emmanuel Macron “pesnê asta aramî û ewlehiya Îraqê û hewlên hikûmetê yên ji bo parastina aramiya welêt daye.”
Wekî ku nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê amaje pê dike, Serokkomarê Fransayê tekezî li ser “kûrahiya pêwendiyên stratejîk ên di navbera her du welatan de û daxwaza Parîsê ya ji bo berdewamkirina piştgiriya Îraqê” kiriye.
Macron her wiha “amaje bi serdana xwe ya çaverêkirî ya ji bo Bexdayê kir û hêvî kir ku serdan bigihîje armancên xwe yên pratîkî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse