Tevgera Hiqûqê: Baştir e posta serokkomariyê ya Kurdan be
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Hiqûqê ya baskê siyasî yê Ketayîb Hizbulahê diyar kir ku baştir e posta serokkomariyê ji bo Kurdan be, ne ji no Erebên Sunî.
Wî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwest ku yek kesî ji bo wê postê bikin namzed.
“Em hêvîdar in lihevkirina Kurdan çêbibe”
Serokê Tevgera Hiqûqê Husên Munis ji Rûdawê re ragihand:
"Baştir e posta serokkomariyê para Kurdan be ne ya Suniyan çimkî pêvajoya siyasî li ser vê yekê rûniştiye û bûye kevneşopiyeke siyasî.
Divê ew kevneşopiya siyasî were liberçavgirtin û derketina ji wê dibe ku bibe sedema derketina kevneşopiyên nû û çêbûna bargiraniyê ji bo pêvajoya siyasî ku ev jî dawiyê dibe sedema biderengîketina pêkanîna hikûmetê.
Em hêvîdar in lihevkirina Kurdan çêbibe û bi du namzedan neyên Bexdayê û ew mijar li parlamentoyê neyê çareserkirin, bi lihevkirina navbera du partiyên Kurdan çareser bibe.
“Hîn zû ye”
Hîn zû ye em biryara xwe bidin bê ka ew post heqê kîjan partiyê ye lê eger (PDK û YNK) li hev nekin û bi du namzedan werin parlamentoyê, wê demê em dê li gorî şayesteyî û namzedê guncav deng bidin.
Em naxwazin bibin beşek ji pirsgirêkan, em dixwazin bibin beşek ji çareseriyê."
Heta niha tenê Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî daxwaza posta serokkomariyê ji bo Suniyan kiriye.
Lê aliyên sereke yên din ên Sunî yên wekî hevpeymaniyên Ezim û Serweriyê bi wê daxwazê re nînin û daxwaza posta serokê parlamentoyê dikin.
Wekî kevneşopiya siyasî li Îraqê, posta serokkomariyê ji bo Kurdan, serokê parlamentoyê ji bo Suniyan û serokwezîr jî ji bo Şîeyan e.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an hatin kirin û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encam ragihandin.
Pêvajo niha li Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan di qonaxa çareserkirina îtirazan de ye.
Piştî çareserkirina îtirazan, komîsyon dê encamên dawî ji Dadgeha Bilind a Federal re bişîne ku li gorî destûrê divê dadgeh bi awayekî fermî encamên hilbijartinan pesend bike.