Fraksyonên Kurdistanî: Hatina Ebadî xwenîşandana siyasî ye
Bexda (Rûdaw) – Fraksyonên Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê, bi civîneke çapemeniyê ragihandin ku hatina Ebadî bo parlamentoyê xwenîşandaneke siyasî ye û eger guhertin di projeyasaya butçeyê de neyê kirin ew beşdarî rûniştinên parlamentoyê nabin.
Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mûsenna Emîn daxwiyaniya fraksyonên Kurdistanî bi zimanê Kurdî xwend û got: “Me berê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kiribû ku bi awayekî cidî li ser butçeyê gotûbêjan bikin. Mixabin bersiv nerênî bûn, loma bi baweriya me hatina îro ya serokwezîr bo parlamentoyê ku dê gotûbêj li ser projeya butçeyê bê kirin, xwenîşandana siyasî ye.”
Mûsenna Emîn wiha axifî: “Berî niha çendîn car bersiv ji Sekreteriya Encûmenê Wezîran gehiştine me, hemû jî xwedizîna ji rastî û gotûbêja cidî ya derbarê pişka gelê Herêma Kurdistanê di projeyasaya butçeyê de bûn.”
Emîn da zanîn ku hemû fraksyonên Kurdistanî li ser wê yekê hevdeng in ku projeyasaya butçeyê “karesat” e û beşdarî ti rûniştinan nabin eger guhertin di wê projeyasayê de neyê kirin.
Îro careke din Parlamentoya Iraqê bo gotûbêjkirina projeyasaya butçeya 2018ê dicive û Kurd û Sune jî dixwazin guhertin di projeyasayê de bê kirin. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî beşdarî rûniştina parlamentoyê dibe.
Ji ber nerazîbûna Kurd, Sune û beşekî Şîeyan, piştî çendîn car paşxistin, roja Dûşemê (29.01.2018) Parlamentoya Iraqê xwendina yekem bo butçeya 2018ê kir. Li gor projeyasayê ku roja 5.11.2017 li Encûmena Wezîran a Iraqê hat pesendkirin, beşa butçeya Herêma Kurdistanê ji sedî 17 bo ji sedî 12.67 hatiye kêmkirin. Ji xeynî vê di projeyasayê de ji dêlva bikaranîna nave hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta parêzgehên Kurdistanê hatiye nivîsîn.