Serokwezîrê Iraqê: Tikrît bi tevahî ji DAIŞê hat standin

Bexda (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî eşkere kir ku hêzên iraqî derbasî nav bajarê Tikrîtê bûne û “tevahiya bajêr” ji destê DAIŞê derxistine.

Medyaya nîv-fermî ya Iraqê ji zarê Serokwezîr Heyder Ebadî ragihand, hêzên iraqî derbasî nav Tikrîtê bûne û tevahiya bajêr kontrol kirine.

Li gorî agahiyan, hêzên iraqî bi piştevaniya balafirên şer ji aliyên başûr û rojavayê Tikrîtê ve derbasî nav bajêr bûne û dest danîne ser sazî û dezgehên hikûmetê.

Nêzîkî mehekê ye artêşa Iraqê bi alîkariya milîsên şîe şerê girtina parêzgeha Selahedînê bi taybet bajarê Tikrîtê (navenda parêzgehê) dike.