Tikrît- 14 çekdarên DAIŞê û 5 polîsên iraqî hatin kuştin

31-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Tikrîtê yê Iraqê, di şerê navbera hêzên iraqî û çekdarên DAIŞê de 14 çekdarên DAIŞê û 5 polîsên iraqî hatin kuştin.

Her çiqas li gorî Serokwezîrê Iraqê, bajarê Tikrîtê bi tevahî ketiye destê hêzên iraqî lê şerekî giran li nav bajêr heye.

Rayedarekî Polîsê parêzgeha Selahedînê ragihand, îro di encama operasyoneke hêzên iraqî de li Tikrîtê, 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Wî polîsî her wiha da zanîn, di encama teqîna bombekê de jî 5 polîsên iraqî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst