Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê: Me got em li dij in

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz ragihand, ew li dijî wê yekê ne, ku li saziyên fermî yên Kerkûkê Ala Kurdistanê were hildan.

 

Şandeke ji parlementerên Parlementoya Iraqê yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), duh çûbûn serdana Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê.

 

Parlementerê YNKê Newzad Resûl piştî hevdîtinê di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Li ser daxwaza Balyozê Tirkiyê Fatih Yildiz, parlementerên YNKê yên li Parlementoya Iraqê, bi balyozê Tirkiyê û cîgirê wî re, îro li avahiya balyozxaneyê, me hevdîtinek pêk anî. Di civînê de li ser Iraqê û bi taybetî jî li ser geşedanên li Kerkûkê, di derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê de me ramanên xwe bi hev re parve kirin.”

 

Resûl destnîşan kiribû ku Balyozê Tirkiyê ragihandiye, Tirkiye ne li dijî Ala Kurdistanê ye û rêz li ber digire. Herwiha diyar kiriye, ji bo ev pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de were çareserkirin, dê piştgirî bidin.

 

Weke din Newzad Resûl amaje bi yekê kiribû ku Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatih Yildiz aşkera kiriye ku li gel nûnerên tirkmen û ereb ên Kerkûkê civînek pêk aniye û ji wan xwestiye ku biryara bilindkirina Ala Kurdistanê, pir zêde mezin nekin û bi rêya diyalogê çareser bikin.

 

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz li ser hesaba xwe ya Twitterê li ser vê mijarê got:

 

“Îro em li Encumena Nûnerên Iraqê bûn. Me ji hemû muxatabên xwe yên li Encumena Nûnerên Iraqê re, acizbûna xwe nîşan da ku bi awayekî defakto bilindkirina ala Herêma Kurdistanê li avahiyên fermî yên Kerkûkê hatiye kirin.

 

Li hember vê tevgera ku li dijî Destûra Iraqê ye, tevî bicihanîna prensîba rêzgirtin a karên navxweyî yên Iraqê, bi taybetî hate gotin ku Tirkiye dê bêdeng nemîne.

 

Tirkiye û Balyozxaneya me ya Giştî, dê li pey vê mijarê bin. Min ji parlementerên Iraqê re got, em li dijî wê yekê ne ku li saziyên fermî yên Kerkûkê ala Herêma Kurdistanê were bilindkirin, muxatabên min ev baş fêm kirin.”