Li Babil û Enbarê êrişî Heşdî Şebiyê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Çend deverên bakurê parêzgeha Babilê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.
Çavkaniyeke ewlehiyê jî ji Rûdawê re ragihand ku hêzên Heşdî Şebiyê li parêzgeha Enbarê jî hatine bombebarankirin.
Şaneya Krîzan a Babilê derbarê êrişan daxuyaniyek da û ragihand ku balafirên şer nahiyeya Curfa Sexrê ya li bakurê parêzgeha Babilê bombebaran kiriye.
Curfa Sexrê dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Babilê û li wê deverê baregehên çend komên çekdar ên ser bi Heşdî Şebiyê ve hene.
Li gorî daxuyaniyê, di êrişên asmanî de deverên Behebehanî, Seîdat û Sindîcê bûne hedef.
Şaneya Krîzan da zanîn ku di wan bombebaranan de ti zererên canî û madî çênebûne.
Li Enbarê jî êriş hebûn
Li aliyê din, çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku li devera Germeyê ya parêzgeha Enbarê hêzên Lîwaya 27an a Heşdî Şebiyê hatine bombebarankirin.
Li gorî gotina wê çavkaniyê, di êrişa li dijî Lîwaya 27an de ti zererên canî nebûne lê zerereke madî gihiştiye baregeh û pêgeha wê lîwayê.
Heşdî Şebiyê Amerîka û Îsraîl tometbar kirin
Di heman demê de, Desteya Heşdî Şebiyê di daxuyaniyekê de mijar piştrast kir.
Desteyê diyar kir ku berê sibeha îro, baregehên wan ên li du deverên cuda bûne hedefa êrişan.
Li gorî daxuyaniyê, Lîwaya 45an a li Curfa Nesrê rastî 3 êrişên asmanî hatiye û Lîwaya 31ê ya li devera Germeyê ya rojhilatê Enbarê jî hatiye bombebarankirin.
Heşdî Şebî dibêje ku di bombebaranan de ti zererên canî çênebûne û Amerîka û Îsraîlê bi wan êrişan tometbar dike.