Piştî 11 salan Deriyê Sînorî yê Welîdê yê di navbera Îraq û Sûriyeyê de vebû

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Welîdê yê di navbera Îraq û Sûriyeyê de piştî 11 salan ji bo bazirganî û veguhastina petrolê hat vekirin.

Deriyê Sînorî yê Welîdê yê li parêzgeha Enbarê ya Îraqê 31ê Adara 2026an bi awayekî fermî ji nû ve hat vekirin.

Deriyê Welîdê li hemberî Deriyê Sînorî yê Tenefê yê Sûriyeyê ye û ev nêzîkî 11 salan bû girtî bû.

"Rojane herî kêm 500 tanker derbas dibin"

Birêvebirê Nahiyeya Welîdê Mucahid Merdî Duleymî ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re axivî.

Mucahid Merdî Duleymî ragihand ku Deriyê Sînorî yê Welîdê îro bi armanca ceribandinê ji bo derbasbûna tankerên petrola xav ên di navbera Îraq û Sûriyeyê de ji nû ve hatiye vekirin.

Li gorî agahiyên ku Duleymî dane, dê rojane herî kêm 500 tanker di vî deriyî re derbas bibin.

Duleymî her wiha wî da zanîn ku niha zêdetirî 150 tankeran li benda derbasbûnê ne.