Hizbulaha Îraqê: Amerîkayê bi dronan êrişî baregehên me kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Îraqê ragihand ku Amerîkayê bi dronan êrişî baregehên wan ên li Babîlê kiriye.

Ketaîbî Hizbulah a Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku dronên Amerîkayê li parêzgeha Babîlê baregehên wan bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniyê dronên Amerîkayê ji baregeha Elî Salmê ya li Kuweytê rabûne û bareghên wan ê li parêzgeha Babîlê bombebaran kirine.

Hizbulaha Îraqê hişyarî da Kuweytê ku rê nede Amerîkayê ku axa wê ji bo êrişên li ser Îraqê bê bikaranîn.

Doh bi şev 2 baregehên Heşdî Şeibiyê yên li parêzgeha Babîlê hatibûn bombebarankirin û di encamê de 4 endamên Heşdî Şeibiyê hatibûn Kuştin.

Kataîb Hizbulah daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir ku gavên cidî bavêje ji bo bidawîkirina hebûna hêzên Amerîkî yên li wî welatî.