24 saetên dawî yên bangeşeyê: Ji fetwaya li ser kartan heta bi aloziya Kerkûkê

Hewlêr (Rûdaw) - Bangeşeya hilbijartina Parlamentoya Îraqê berdewam dike û tê payîn ku Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî ji bo bangeşeyê here Silêmaniyê.

Li aliyekî din, Lijneya Fetwayê ya Herêma Kurdistanê kirîn û firotina kartên dengdanê heram kir û Komîsyonê jî ragihand ku zêdetirî 35 hezar kartên dengdanê hîn nehatine wergirtin.

Ciburî lîsteyên Ereban ên Kerkûkê bi "hevkêmkirinê" tohmetbar dike

Serokê Hevpeymaniya Ereban a Kerkûkê Rakan Ciburî diyar kir ku lîsteyên Ereban ên Kerkûkê hevdû tohmetbar dikin û hewl didin hevdû bê hêz bikin.

Cibûrî ji bo jinûveavakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê destpêşxeriyek ragihand.

Rakan Ciburî doh di civîna alîgirên lîsteya xwe de ji bo bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê gotarek pêşkêş kir.

Rakan Ciburî rexne li wan endamên Ereb girt ku beşdarî avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bûbûn û got, "Ew bûn bingeha wî karî.

Em heşt mehan li bendê man û me kar ji bo kêmkirina aliyên din nekir. Tiştê ku hat kirin xayintî bû."

Ciburî ji bo ji nû ve avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê destpêşxeriyek ragihand û ji Encumena Kerkûkê xwest ji bo vê mebestê civîneke awarte li dar bixe.

Rakan Ciburî got, "Karê lîsteyên Ereban bûye hevkêmkirin û bêhêzkirina hevdû û ew li dijî hev gilî tomar dikin."

Erebên Kerkûkê bi 3 hevpeymanî û 3 partiyan beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bûne.

Kirîn û firotina karta dengdanê hat heramkirin

Encumena Bilind a Fetwayê ya girêdayî Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê li ser kirîn û firotina kartên dengdanê civiya û bi 3 sedeman ew yek heram kir.

Berdevkê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê Ebdulah Şêrkawayî ji Rûdawê re got:

"Komek zanayên dînî û welatiyan derbarê kirîn û firotina kartên dengdanê de ji Lijneya Fetwayê hinek pirs kiribûn.

Encumena Bilind a Fetwayê jî li ser vê mijarê civiya û bi yekdengî ew kar heram kir."

Şêrkawayî sedemên heramkirinê di sê xalan de wiha rave kirin:

“Dengdan emanet e û pûçkirina wê li dijî şerîetê ye. Nabe kirîn û firotin pê bê kirin.

Kirîn û firotina karta dengdanê, xerab bikaranîna mafekî şerî û yasayî ye.

Ji ber ku kirîn û firotina karta dengdanê neyasayî ye, di heman demê de heram e jî.”

Komîsyon: 8ê Çiriya Paşîn bangeşe radiweste

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê hûrgiliyên rawestandina bangeşeyê ji Rûdawê re got, "8ê mehê saet 07:00ê sibehê bangeşeya hilbijartinê radiweste."

Serokê Tîma Medyayî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Îmad Cemîl ji Rûdawê re got, "Dengdana taybet 9ê Çiriya Paşîn saet 07:00ê dest pê dike.

Her alî yan namzedê ku vê yekê bin pê bike û bangeşeyê bike dê li gorî yasayê bê cezakirin."

Li Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê bangeşe qedexe ye

Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê dest pê kir û bangeşeya hilbijartinê di festîvalê de hatiye qedexekirin.

Her namzedê ku bangeşeyê bike, dê kiryarên wî wekî binpêkirin bê qebûlkirin û navê wî dê ji Komîsyonê re şandin.

Qaymeqamê Helebceyê Simko Salih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Li gorî rênimayên Komîsyonê, bangeşe li dêr, park, mizgeft û hemû saziyên hikûmetê qedexe ye lewma bi ti awayî rê nayê dayîn ku di vê festîvalê de bangeşeya hilbijartinan bê kirin."

Li gorî gotinên Simko Salih, divê festîval bêalî û serbixwe be da ku her kes karibe festîvalê ziyaret bike, ji ber ku ew ji bo hemû xelkê ye û pêwendiya wê bi siyasetê re nîne.

Qaymeqamê Helebceyê li ser kesên ku rênimayan bin pê dikin jî got, "Lijneyên ewlehiyê dê bi berdewamî çavdêriya festîvalê bikin.

Eger namzedek li wir bangeşeyê bike, navê wî dê ji Komîsyonê re bê şandin."

Malikî û Mendelawî: Divê pêbendî dema hilbijartinê bin

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Mendelawî jî teqezî li ser girîngiya pêbendbûna bi demên destûrî yên hilbijartinan kir.

Nûrî Malikî û Muhsîn Mendelawî doh li hev civiyan û rewşa hilbijartinan gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Mendelawî, Nûrî Malikî û Muhsîn Mendelawî behsa amadehiyên hilbijartinan kiriye û teqezî li ser girîngiya parastina rêya demokrasiyê kiriye.

Her du serkirdeyan Îraqî destnîşan kiriye ku divê pêvajoya hilbijartinê bê kêmasî û şefaf be da ku nûnerên jêhatî bên hilbijartin.

Sûdanî: Hêviya me bi ciwanan e ku beşdarî dengdanê bibin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, "Hêviya me bi ciwanan e ku beşdarî hilbijartinê bibin, ew ji sedî 60ê civaka Îraqê pêk tînin."

Mihemed Şiya Sûdanî li Zîqarê bi serokên eşîran re civiya û di civînê de axivî.

Sûdanî diyar kir ku di hilbijartina borî de ji ber nebûna baweriyê, welatiyan pişta xwe dabû dengdanê û got ku wan ji bo vegerandina wê baweriyê kar kiriye.

Serokwezîrê Îraqê got, "Beşdariya di hilbijartinê de pêwîstî bi hişyarî û berpirsiyariyê heye û divê ev mafê ku paşeroja welat diyar dike ji dest neçe."

Nêçîrvan Barzanî diçe Silêmaniyê

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê ji bo bangeşeya hilbijartinê biçe Silêmaniyê.

Mehmûd Mihemed beşdarî bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û got, "Me planeke bihêz ji bo bangeşeya hilbijartinê daniye û em hewl didin ku dengderên me baweriya xwe bi partiyê nû bikin."

Mehmûd Mihemed got, "Bernameyeke me ya diyarkirî heye û Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî û beşek ji endamên lijneya bilind û hejmarek endamên Mekteba Siyasî ya PDKyê dê Silêmaniyê ziyaret bikin."

Rojane 50-60 posterên propagandeyê tên sererastkirin

Serokê Komeleya Çapxaneyên Herêma Kurdistanê Omer Zorbaş jî ragihand ku partî û namzed niha ne ji bo çêkirina posterên nû ji bo sererastkirina posterên xwe yên hatine çirandin tên cem wan.

Bihayê metreyeke posteran di navbera 3 û 5 dolaran de ye. Ji bilî vê lêçûnên hesin, veguhastin û girêdanê jî hene.

Ji bizmaran bigire heta poster û hesin hemû amûr ji Çînê tên kirîn.

Omer Zorbaş ji Rûdawê re got, "Niha namzed û partî posterên nû çênakin, tenê yên ku hatine çirandin an jî xeletiyên nivîsê li ser hene tên sererastkirin."

Serokê Komeleya Çapxaneyên Herêma Kurdistanê got, "Rojane em 50 heta 60 posteran sererast dikin ku piraniya wan ên PDK û YNKyê ne."

Wezîrê Karên Navxwe: Bangeşe bi aramî berdewam dike

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku bangeşeya hilbijartinê bi awayekî aram tê lidarxistin û ji ber pabendbûna rênimayên Komîsyonê spasiya aliyan siyasî kir.

Rêber Ehmed doh di konferanseke rojnamegeriyê de got, “Cihê kêfxweşiyê bangeşeya hilbijartinê gelekî bi aramî birêve diçe."

Wezîrê Karên Navxwe her wiha da zanîn ku di civînên bi Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Hikûmeta Federal re hemû hevahengî û planên pêwîst hatine danîn.

Encumena Bilind a Dadweriyê: Navê rikberên xwe xera mekin

Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê careke din ji namzedan xwest ku xwe ji xerakirina navê rikberên xwe dûr bixin.

Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê di daxuyaniyekê de got, "Pêwîst e rikberî di çarçoveya yasayê de be û bi rêya pêşkêşkirina bernameyên hilbijartinê be."

Encumenê hişyarî da namzedan ku dê li hemberî binpêkeran tedbîrên yasayî bên wergirtin.

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 35 hezar kartên dengdanê nehatine wergirtin

Heta niha ji sedî 90ê kartên dengdanê li Herêma Kurdistanê hatine belavkirin lê nêzîkî 35 hezar kartan nehatine wergirtin.

Komîsyon xwest ku welatî di wergirtina kartên xwe de "lezê bikin."

Berpirsê Desteya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Neberd Omer ji Rûdawê re got, "Ji sedî 10ê xelkê Herêma Kurdistanê heta niha kartên xwe wernegirtine ku dike nêzîkî 35 hezar kartan.

Piraniya kartên nehatine wergirtin li Hewlêrê ne.

 Bi giştî 413 hezar kartên nû ji bo Herêma Kurdistanê hatine çapkirin û ji wê hejmarê 379 hezar kart hatine wergirti.

34 hezar û 982 kart jî mane ku bên wergirtin."