Şer giran e, firokeyên B52 li bajêr didin!
Mûsil (Rûdaw) – Firokeyên hevpeymanan li Mûsilê bi firokeyên B52 li baregahên DAIŞê bombebaran dikin û herweha li ser erdê jî hêzên iraqî DAIŞê topbaran dikin. Ji aliyê din ve li taxa Qudisê di navbera artêşê û DAIŞiyan de şer û pevçûnên dijwar hene.
Îro şemiyê (31-12-2016) jêderekî ji nava bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihand, firokeyên hevpeymanan yên cûra B52, baregahên DAIŞê li taxên Hedba û Kafaata Duyem li Bakurê Mûsilê, bombebaran dikin.
Heman jêderî diyar kir, ku li ser erdê jî hêzên iraqî DAIŞê topbaran dikin û di encamê de hejmareke çekdaran hatine kuştin. Hate gotin, ku di nava çekdarên hatine kuştin de berpirs û kesayetiyên diyar ên DAIŞê jî hene.
Wî jêderî herweha got, balefirên hevpeymanan Kolêja Diranan a Zanîngeha Mûsilê bi tundî bombebaran kirine, ku ew der baregaheke sereke ya DAIŞê.
Li taxa Wadî Hecer li bereya rojhilatê Mûsilê jî firokeyan Mizgefta Xalid Bin Welîd bomberan kirine û di nav mizgeftê de jî hejmareke çeldaran hatine kuştin.
Êrîşeke DAIŞê li taxa Qudsa du hat têkşikandin
Ji aliyê din ve, Hêzên Dije Terora Iraqê êrîşeke çekdarên DAIŞê li taxa Qudsa Du ya rojhilatê Mûsilê têkşikand û di encamê de 17 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li gor zayariyên fermendayên serbazî yên Iraqê, DAIŞê li hember operasyona hêzên iraqî, ku gelek nemaye taxa Qudsa Du bikeve destê wan, êrîşek pêkanîn.
Hate gotin, ku hêzên Iraqî bersiveke tund dane êrîşê û 17 çekdar hatine kuştin, herweha 6 otombîlên bombekirî jî hatin” têkbirin.
Dije Terora Iraqê li rojhilatê Mûsilê û Artêşa Iraqê jî li bakurê Mûsilê pêşve diçin.
Duh Fermandarê Operasyonên Taybet ên Dije Terora Iraqê Liwa Zeyd Mein ji Rûdawê re ragihandibû, ku 43 taxên rojhilatê Mûsilê kontrolkirine û tenê 7 tax mane bigihn ser rûbarê Dicleyê.
Mein got, ew hewl didin valahiya di navbera eniyên Başûr û Rojhilat de dagrin û hêzên wan li herdû eniyan bigihin hev.