Bûyera kuştina 20 kesên ji malbatekê çawa rû da?
Hewlêr (Rûdaw) - Çîrok û îddîayên veguhestina bûyera kuştina 20 kesên ji malbatekê li parêzgeha Babilê, li dijî hev û ciyawaz in, Şaneya Emnî ya Iraqê dibêje, wan hewla desteserkirina tu tometbarên terorê dan, lê ew rûbirûiyê hêzên emnî bûn û piştî bûyerê li malê hejmareke cenaze hatin dîtin. Lê xwişka yek ji wan tometbaran ji Rûdawê axivî û red dike ku birayê wî zarok û kesûkarên xwe kuştîbin û dibêje, hêzên emnî “bi 50 Hummer, mûşek û doçka bi ser malê de girtin û mal bi ser wan de rûxandin û 20 kes kuştin.”
Bûyerê çawa rû da?
Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê ji Necefê bi dest xistine, êvariya roja Pêncçemê, 30/12/2021, li navçeyeke kiştûkalî ya nêzikî gundê Reşayid ê ser bi bajarokê Ceble ve li parêzgeha Neynewa ya Iraqê, şer û pevçûn di navbera hêzên emnî û du tometbarên terorê de ku ji aliyê dozgeriyê ve hatibûn xwestin, derket û li gor Şaneya Emnî ya Ragihandina Cengî ya Hêzên Emnî, di encama şerekî giran de, hejmareke cenaze li wê mala ku hêzên emnî bi ser de girtibûn, hatin dîtin.
Heta niha hejmara kesên ku di bûyerê de hatine kuştin, 20 kes in ku zarok û hevjînên kesê tometbar jî di nav de ne û bi giştî 12 ji kesên hatine kuştin, zarok in. Hejmareke hêzên emnî jî birîndar bûn.
`Xanî bi ser de hilweşandin`
Um Husên, xwişka Rehîm ku Rehîm yek ji tometbaran e, ji peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz re behsa bûyerê kir û got, “Hêzên emnî 20 kes kuştin û bi 50 Hummeran hatin û gotin, `em, dê xanî bi ser we de hilweşînin`.”
Her çiqas hinek gotegot belav bûn ku piştî hêzên emnî bi ser malê de girt, kesê tometbar bi xwe endamên malbata xwe kuştin, lê malbata wî kesî vê îddîayê bi tundî red dike û behsa kesekê dike ku xizmê wan e û ji ber pirsgirêkeke civakî ev bûyer bi serê wan de aniye.
Um Husên dibêje, “Şehab efserê polîs e li Bexdayê, wî gef xwar û Hummer şandin ser mala birayê min ku mûçeyekî bêkariyê hebû û tomet bo çêkirin ku qaşo bazirganiya maddeyên hişbir kiriye. Lê welleh birayê min ji zarokên xwe gelek hez dikir gelek. Bi Xwedê bi nanûzik dijiya, derewan dikin.”
Îddîaya hêzên emnî
Odeya Operasyonan a Babilê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye, “Demjimêr 15.00 zanyarî gihişt Îstîxbareta bajarokê Cebleyê, li ser hebûna du tometbaran li mala Rehîm Kazim Eyade Xireyrî ya li navçeya Reşayid. Li ser vê zanyariyê, hêzeke ser bi Îstîxbarete Ceble ve çûn cihê navborî. Di dema gihiştina wê malê de gule li hêzên emnî hatin reşandin û efserekî îstîxbaretê jî peywendî bi Dadweriya Ceble kir û rizamendiya rûbirûbûnê bi hêzên emnî hat dayîn.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Ji hêzên SWAT (hêzên taybet) daxwaza alîkariya zêdetir hat kirin û bi gihiştina wan bo wî cihî, navçe hat dorpêçkirin û pevçûn li gel xwediyê malê rû da û xwe radest nekir. Di dema pevçûnê de xwediyê malê du endamên hêzên emnî birîndar kirin. Yek ji ling û yek jî ji milê xwe birîndar bû.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, demjimêr 19.00 pevçûn bi dawî bû û hêzên emnî ketin nav mala kesê tometbar û hemû endamên malbatê kuştî hatin dîtin. Paşê tîmeke belgekirina tawanan li gel Dadwerê Lêkolînê gihişt cihê bûyerê û rêkarên asayiş û yasayî hatin girtin û derket ku her 20 kes di wê malê de hatine kuştin.
Komîteyeke lêkolînê hat avakirin
Parêzgarê Babilê Hesen Mendîl ji medya fermî ya Iraqê re ragihand, ew lêkolînê li ser zanyariyan dikin, ji ber ku dîmeneke zelal nîne û guman hene.
Parêzgarê Babilê, li ser hesaba xwe ya torên civakî (Facebook) daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Ew a rû da, mirina hejmareke kesên bêtawan e, em wê bûyera tawankar şermezar dikin û em rê bi bazirganiya bi xwîna Iraqiyan nadin. Komîteyeke lêkolînê li ser vê mijarê hatiye avakirin û ew sedem dê bên eşkerekirin ku li pişt vê bûyerê ne. Tawankarê rasteqîn jî dê bigihije cezayê xwe û ji ceza rizgar nabe.”
Piştî bûyerê Birîkarê Wezîrê Navxwe yê Iraqê ji bo karûbarên îstîxbaretî Ehmed Ebu Rexîf gihişt parêzgariya Babilê, ji bo lêkolînkirin û zelalkirina nihêniyên bûyerê.
Peyamnêrê Rûdawê çû cihê bûyerê
Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz, îro çû cihê bûyerê ku girêdayî Cebleya ser bi parêzgeha Babilê ve ye û jina bi navê Um Husên a xwişka yek ji wan tometbaran dît ku li gel malbata xwe di wî xanî de hat kuştin.
Um Husên li ser bûyerê got, “Welleh derew e, welleh bi nanûzik dijiya, mûçeyê bêkariyê hebû û ew û zarokên xwe pê dijiyan. Ew cotkar bû, lê ew wek `bazirganê maddeyên hişbir` nîşan dan.”
Li ser wê îddîaya ku qaşo wî tometbarî zarok û endamên malbata xwe kuştine, Um Husên dibêje, “Na welleh, ev derew e, welleh bavê wan ji zarokên xwe gelek hez dikir û ji bo wan dimir. Welleh derew e. Ew ê wan gotinan dike dixwaze xwe ji vê bûyerê xilas bike, ew ê duh 50 Hummer şandin ser wan, dixwaze xwe jê xilas bike. Şehap hevalê zavayê efserekî polîs ê li Bexdayê bû.”
Daxwaza alîkariyê ji Kazimî
Ew jin behsa dema bi serdegirtina malê jî dike û dibêje, “Destpêkê wek sivîl hatin, li wan dan û ew ên ku Şehab şandibûn ji xelkê, Şehab 50 Hummer şandin û ew 50 Hummer li ser şeqamê rawestiyabûn û li xanî dan û xanî bi ser wan de hilweşandin. Ev xweparastin e gelo? 2-3 roj bû xanî dorpêç kiribûn, ew bi xwe! gelo zarokên wî! Çima ew û zarokên wî kuştin, bê serûber kuştin? Ev li ku derê hatiye dîtin?”
Um Husên daxwaza alîkariyê ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike û dibêje, “Hemû zarok bûn, hetta keçik jî di bin 18 saliyê de bûn. 20 kes, 20 can. Ez daxwaz ji Kazimî dikim, ez mafê xwe dixwazim, daxwaz ji kê bikim! Ez dixwazim Kazimî biryar bide, ez hikûm ji wî dixwazim, xwina wî (birayê wê) û zarokên wî beredayî çû.”
Navê beşek ji qurbaniyên bûyera li Babilê:
1. Rehîm Kazim Eyade Xirêrî
2. Selam Rehîm
3. Kerîm Rehîm
4. Fîras Rehîm
5. Eyûb Rehîm
6. Îbtîsam Rehîm (dayika 4 zarokan bû)
7. Diyane Rehîm (dayika 2 zarokan bû)
8. Îwisra Ehmed (Hevjîna Rehîm)
9. Şeyma Hîlal – (Hevjîna Rehîm)
10. Ebdulllla Selam
11. Seidi Selam
12. Enûd Selam
13. Enwer Selam