Bexda: Hefteya bê Eyn Esed radestî hêzên Îraqê tê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Îraqê Îraqê Ferîq Rukin Qeys Mihemedawî ragihand, îsal 93 êrişên asmanî li ser pêgehên DAIŞê hatine kirin û gelek serkirde hatine kuştin.
Îraqê Ferîq Rukin Qeys Mihemedawî her wiha amaje pê kir ku hefteya bê Baregeha Eyn Esedê bi temamî
Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Îraqê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Îraqê Ferîq Rukin Qeys Mihemedawî amarên çalakiyên ewlehiyê yên sala 2025an eşkere kirin û got,"Îsal 37 operasyonên ewlehiyê û 93 êrişên asmanî yên serkeftî li ser pêgehên çekdarên DAIŞê hatine kirin.
Hêzên ewlehiyê bi hevahengiya ajansa îstixbaratê, karîne Ebû Xedîceyê berpirsê DAIŞê li gel hejmareke zêde ya serkirde û çekdarên pile yek û du yên rêxistinê bikujin.
Derbên giran li DAIŞê ketine û şiyana wê ya xwebirêxistinkirinê nemaye."
Erkê Hevpeymanan li Îraqê
Fermandarê Operasyonên Hevbeş derbarê pirsa hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî got, rêkeftina bidawîanîna erkê hevpeymanan beriya sê mehan hatiye îmzekirin.
Qeys Mihemedawî her wiha got, "Niha ti endamê hevpeymanan di nav Fermandariya Operasyonên Hevbeş de nemaye û biryar e hefteya bê jî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê bi awayekî fermî radestî hêzên ewlehiyê yên Îraqê were kirin."
Li Baregeha Eyn Esedê ya li Enbarê herî zêde rahênerên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê hebûn.
Nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de li Îraq û Herêma Kurdistanê bi cih bûne.
Dosyeya Kampa Holê
Mihemedawî, derbarê vegera malbatên Îraqî ya ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê, dosye gihiştiye qonaxên dawî.
Îsal 15 karwanên malbatên Îraqî hatine vegerandin ku 2 hezar û 954 malbat bûn û ji 10 hezar û 781 kesan pêk dihatin.
Salên 2023, 2024 û 2025an jî 5 hezar û 623 malbat ku hejmara wan 21 hezar û 343 kes bûye, bo Îraqê hatine vegerandin.
Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Beşek ji wan kesên li kampê ne Îraqî ne û hevjîn û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne.
Ew Îraqiyên ku ji Kampa Holê tên vegerandin, ji bo rehabîlîtasyonê dibin Kampa Cedayê ya li parêzgeha Nînowayê û paşê vedigerînin cih û warên wan.