YPJ li Şamê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke bilind a Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo dîtina rayedarên hikûmeta Sûriyeyê çû Şamê.
Li gorî nûçeya ANHAyê, şandeya YPJyê ji bo hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê re gihiştiye Şamê.
Rojeva sereke ya hevdîtinê pêvajoya tevlîbûna YPJyê ya nav artêşa Sûriyeyê ye.
Hevahengiya leşkerî û statu li ser maseyê ne
Tê çaverêkirin ku di hevdîtinan de mijarên krîtîk ên wekî statuya paşerojê ya hêzên YPJyê yên di nav artêşa Sûriyeyê de, dabînkirina hevahengiya leşkerî û diyarkirina mekanîzmayên xebata hevpar werin gotûbêjkirin.
Ev civîn wekî pêngaveke stratejîk a di warê hevsengiyên leşkerî yên li herêmê û yekkirina xetên parastinê de tê nirxandin.
Her wiha tê diyarkirin ku hûrgiliyên teknîk ên wekî entegrasyona YPJyê ya nav artêşê û xweseriya leşkerî jî di nav mijarên girîng ên li ser maseyê de ne.