Du birayên Ehmed Şer di erkên bilind de ne, yê sêyem hatiye cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke Ajansa Reutersê behsa 3 birayên Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer dike û dibêje, 2 ji wan di hikûmeta nû de xwedî erkên bilind in lê yê sêyem ji ber gendeliyê rastî lêpirsînê hatiye.

Her du birayên mezin ên Şer, Hazim û Mahir, di hikûmeta nû de 2 postên girîng wergirtine.

Hazim Şer çavdêriya kar û barên bazirganî û veberhênana biyanî û navxwe ya li Sûriyeyê dike û yek ji erkên wî sererastkirina aboriya Sûriyeyê ye.

Mahir Şerê ku pisporê nexweşiyên jinan e û welatînameya Rûsyayê jî pê re heye, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê ye û serokatiya civînên fermî dike.

Her wiha beşdarî gotûbêjên bi kesayetiyên payebilind ên biyanî re jî dibe, wekî hevdîtina vê mehê ya li Moskowê ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re.

Birayê "cezakirî"

Gelek berpirsên Sûriyeyê dibêjin ku piştgiriya Şer a xizm û nêzîkên xwe ji ber wê yekê ye ku pêdiviya wî bi dagirtina bilez a valahiyên di îdareya nû de heye.

Lê li gorî 6 çavkaniyên agahdar ku ji Reutersê re axivîne, di nav wan de berpirsên hikûmetê û bazirgan jî hene, Cemal Şerê ku birayê mezin ê Ehmed Şer e û bazirgan e, rastî gava li dijî gendeliyê hatiye ku Şer bi xwe çavdêriyê dike.

Çavkanî dibêjin, piştî ku Şer dest bi kar kir, Cemal li Şamê ofîsek vekir û ji wir ve birêvebiriya projeyên cuda dikir ku di nav de karên hawirde, hinarde û geştiyariyê hene.

Cemal Şer gelek caran li otel û xwaringehên biha dihat dîtin û bi otomobîleke 'Mercedes' a camreş û bêplaqe diçû û dihat.

Çavkaniyan ji Reutersê re gotiye ku Ehmed Şer meha Tebaxê ferman daye ku ofîsa wî were girtin û rê daye sazî û dezgehên hikûmetê ku dan û standinê bi birayê wî re nekin.

Biryar bi wan tohmetan ve girêdayî bû ku Cemal pêwendiya xwe ya bi Ehmed Şer re ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar aniye û bi dehan civîn bi berpirsên hikûmetê û bazirganan re li dar xistiye.

Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê girtina ofîsê piştrast kir û ji Reutersê re got, "Rê nayê dayîn ku Cemal Şer wekî aliyekî veberhênanê yan bazirganiyê bixebite."

Her wiha amaje pê kir, "Serokatiyê ji destpêka avakirina hikûmetê ve eşkere kiriye ku Cemal Şer ti erkên fermî wernegirtine."

Hişyariya Ehmed Şer

Demeke kin piştî girtina ofîsa Cemal Şer, Serokkomarê Sûriyeyê bi endamên malbata xwe re civiyaye ku bavê wî yê 79 salî jî amade bûye û hişyarî daye wan ku navê malbata xwe ji bo destkeftiyên taybet bi kar neyînin.

Ev yek li gorî gotina yek ji xizmên wan e ku di civînê de amade bûye.

Ew hişyarî piştî gilî û gazinên welatiyan ên di civîneke bi Serokkomar re hat, derbarê wê jiyana şahane ya ku hinek berpirsên nû bi dest xistibûn, yên ku berê di nava refên opozîsyonê de bûn û tiştekî wan tunebû.

Ji wê demê û vir ve, Şer li Şamê eşkere behsa têkoşîna li dijî gendeliyê dike ku bi dehan salan e li Sûriyeyê belav bûye.

Di vîdeoyeke ku 13ê Çiriya Pêşîn a ku ji aliyê medyaya fermî ve hat weşandin de, Şer ji berpirsan re got ku divê veberhênanên xwe eşkere bikin û qedexe ye ku bikevin nav ti projeyên taybet ên nû.

Her wiha Ehmed Şer ji wan xwest ku xwe ji pêwendiyên kesane yên bi bazirganan re dûr bigirin û hişyarî da ku ew modela ku di serdema Beşar Esed de belav bûbû, ducare nekin.