SOHR: Li Sûriyeyê meha borî 20 jin û 31 zarok hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di Çiriya Paşîn a 2025an de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 232 kes hatine kuştin. Piraniya qurbaniyan sivîl in.

SOHRê bîlançoya mehane ya şer û tundiya li Sûriyeyê eşkere kir.

Li gorî raporê, meha borî 232 kes hatine kuştin û 200 ji wan sivîl in.

Di nava sivîlên hatine kuştin de 20 jin û 31 zarok hene.

Sedemên kuştina sivîlan

Di raporê de hûrgiliyên kuştina sivîlan wiha hatin rêzkirin:

Cînayet: 57 sivîl (2 zarok û 10 jin) hatin kuştin.

Çekdarên nenas: 37 sivîl (2 jin) ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Şert û mercên nediyar: 26 sivîl (2 zarok û 2 jin) di bin şert û mercên nediyar de hatin kuştin.

Bermahiyên şer: 24 sivîl (18 zarok) ji ber teqîna cebilxaneyên kevn û bermahiyên şer hatin kuştin.

Şerê navxweyî: 16 sivîl (6 zarok û jinek) di şer û pevçûnên navxweyî û gulebarana kor de hatin kuştin.

Înfaz: 12 sivîl (3 jin) bêyî darizandin hatin înfazkirin.

Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî: 10 sivîl bi guleyên endamên Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî hatin kuştin.

Îsraîl: 7 sivîl (2 zarok û 2 jin) di bombebaranên Îsraîlê de hatin kuştin.

Mayîn: 4 sivîl (zarokek) ji ber teqîna mayîn û teqemeniyan hatin kuştin.

Sînorê Urdinê: 3 sivîl ji aliyê pasevanên sînor ên Urdinê ve hatin kuştin.

Artêşa Niştimanî: 2 sivîl ji aliyê komên "Artêşa Niştimanî" ve hatin kuştin.

Koalîsyon: Sivîlek di êrişa asmanî ya Koalîsyona Navneteweyî de hat kuştin.

Yên din: Sivîlek jî di bin şert û mercên din de hat kuştin.

Kuştina 32 leşker û çekdaran

SOHRê da zanîn ku xeynî sivîlan 32 kesên din jî hatine kuştin ku nasnameya wan wiha ye:

- Endamên Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî: 26

- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD): 4

- Komên mixalif û Îslamî: 1

- Çekdar: 1

SOHRê di dawiya rapora xwe de bangî civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina xwînrijandina li Sûriyeyê bixebite û bal kişand ser belgekirina binpêkirin û sûcên şer kir.