Asayîş: Em dikarin Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê biparêzin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ji bo ewlehî û aramiyê dixebitin.
Hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser erkên wekî belavbûna li qadan, çavdêriya kolanan, birêkûpêkkirina trafîkê û şopandina çalakiyên biguman bi cih tînin.
Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Mehmûd Elî Mardillî got:
“Ji dema îmzekirina peymana 1ê Nîsanê ve ku rê da hêzên çekdar ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê derkevin û biçin rojhilatê Feratê barê asayîşa navxwe girantir bû.
Di heman demê de em neçar man hêzên xwe bi hejmar û çekan xurt bikin da ku her du taxan ji her êrişên ji nişka ve biparêzin.”
Hêzên Ewlehiya Hundirîn tekez kir ku şiyana wan a parastina xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê heye û ew ne alîgirên şer û aloziyan in.
Rêbendên hevbeş hatin danîn
Mehmûd Elî Mardillî li ser rêkarên nû jî wiha axivî:
“Yek ji bendên peymana Nîsanê danîna rêbendên hevbeş e.
Bi hevahengiya li gel Asayîşa Giştî ya hikûmeta demkî, rêbend li derdora her du taxan hatin danîn ku tax û niştecih ji êrişên komên çekdar werin parastin.”
Hêzên Ewlehiya Hundirîn da zanîn ku ji dema peymana 1ê Nîsanê û heta niha taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurd lê dijîn 6ê Çiriya Pêşîn a 2025an û 22yê Kanûna Pêşîn a heman salê rûbirûyê êrişên komên çekdar ên nêzîkî hikûmeta demkî bûne.
Hat diyarkirin ku ev yek ji bilî qutkirina elektrîkê û dorpêça tund a ku li ser her du taxan hatiye ferzkirin e.