Li Siwêdayê şer û pevçûn hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê di navbera hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê û Durziyan de pevçûn çêdibin.
Televîzyona dewleta Sûriyeyê (El-Îxbariye) di nûçeya xwe de îdia kir ku komên Durziyan hewl daye derbasî gundê Mensûrayê yê li rojavayê Siwêdayê bibin û wan êrişî hêzên ewlehiyê kiriye.
Hat diyarkirin ku wan koman xalên kontrolê yên hêzên Sûriyeyê bi hawanan kirine armanc.
Her wiha hat ragihandin ku pevçûnên li herêmê berdewam dikin.
Çavkaniyên xwecihî
Ji aliyekî din ve, çavkaniyên xwecihî ragihand ku pevçûn di navbera hêzên Sûriyeyê û komên Rêberê Dînî yê Durziyan Hîkmet Hecerî de derketine.
Li herêma Siwêdayê dem dem di navbera hêzên Sûriyeyê û Durziyan de pevçûn derdikevin.
Tîrmeha 2025an jî li herêmê di navbera çekdarên hikûmeta Sûriyeyê û komên Durzî de pevçûnên dijwar derketibûn.