Îdlib: Penaberên li kampan ji ber gilêşê dinalin

02-05-2024
RÛDAW
Îdlib: Penaberên li kampan ji ber gilêşê dinalin
Îdlib: Penaberên li kampan ji ber gilêşê dinalin
Nîşan Îdlib Koçber Kamp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampên penaberan ên li Îdlibê di bin zibil û gilêşê da mane û ti kes gilêşa li kampan paqij bike.

Parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê û tekane parêzgeha wî welatî yê di destê grûpa çekdar a bi navê Heyet Tehrîr El-Şamê de ye.

Piraniya şêniyên wê jî koçberên herêmên cuda yên Sûriyeyê ne û di rewşeke zehmet de dijîn.

Ji bilî jiyana di bin konan de, nebûna xizmetguzariyan zehmetiyeke din a penaberan e.

Bermahî û gilêş li kampên penaberan kom dibe û ti kes nîne ku bavêje.

Berpirsên herêmê eşkere dikin ku ji ber nebûna alîkariyên madî wan nikariye ti xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê li kampan bikin.

Li Îdlibê ji ber kêmbûna xizmetguzariyên avrêjê, tirsa wê yekê heye ku krîzeke tenduristiyê pêk were.

“Metirsî heye nexweşî belav bibin”

Berpirsê kampeke koçberan a li Îdlibê Ehmed Hesûn bal kişand ser rewşa xizmetguzariyan û got:

“Îro em li kampên bakurê Sûriyeyê ne, ji ber ranekirina gilêşa ji derdora konan xelk dinale.

Li nav kampê nêzîkî 300 malbatan hene.

Ji 2 mehan ve gilêş nehatiye komkirin.

Ev yek jî di havînê de ziyanê digihîne nişteciyan û dibe sedema nexweşiya zarok û şêniyên nava kampê.”

Mêş û kelmêş zêde bûne”

Ev rewş ziyanê digihîne koçberan û tenduristiya wan dixe jêr metirsiyê.

Zêdebûna zibil dibe sedema pirbûna mêş û kelmêşan û ew jî nexweşiyan belav dikin.

Koçbereke kampê Dêya Xalid ku xelka Hemayê ye got:

“Konteyner jî tijî zibil in. Nava rojê ji ber mêşan, em nikarin deriyên konên xwe vekin.

Bi şevê jî, ji ber mêş û kelmêşan em nikarin rakevin.

Ev yek nexweşiyê ji me û zarokên me re tîne. Rewşa me xirab e.”

Berpirsên karûbarên mirovî yên li kampan diyar dikin ku bi sedema kêmbûna alîkariyên rêxistinên navneteweyî, ew nikarin ava pak û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêş bikin.

Rêveberê Av û Avrêjê yê Wezareta Bipêşketinê ya Îdlibê Mihemed Hac Ehmed jî got:

“Kêmkirina alîkariyan ji bo projeyên bakurê Sûriyeyê bû sedema kêmbûna xizmetguzariyên avê û avrêjê û veguhestina zibil.”

Li gorî gotina Mihemed Hac Ehmed hejmara kampên ku xizmetguzarî nagihêjine wan derdora 188 kampan e û 34 hezar û 200 malbat li wan kampan bi cih bûne.

Bi giştî 171 hezar û 15 koçber li 188 kampên Îdlibê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst