Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê bi balafirên şer êrişî derdora bajarên Hema, Laziqiye, Dera û Şamê yên Sûriyeyê kir.
Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed ragihand ku Îsraîlê bi balafirên şer 4 caran derdora Şamê bombebaran kiriye.
Îsraîlê her wiha derdora gundê Şethayê yê Hemayê jî bombebaran kir.
Hat ragihandin ku balafirên Îsraîlê êrişî derdora bajarên Hema û Laziqiyeyê jî kiriye.
Di êrişên li derdora Şamê de 4 kes û li Hemayê jî 4 kes birîndar bûne.
Divê were gotin ku ji destpêka vê hefteyê ve di navbera Durziyan û hêzên hikûmetê de şer û pevçûn hebûn.
Di şer û pevçûnên li başûrê Şamê yên di navbera Durziyan û hêzên ewlehiyê yên girêdayî Şamê de zêdetirî 100 kesî hatin kuştin.
Konseya Leşkerî ya Siweydayê Şam bi "sûcên şer ên plankirî" tawanbar kir û got, "Em dê bi hemû hêza xwe bersiva her cure dijminatiya ku di paşerojê de hebe bidin."
Îsraîl jî li ser hev daxuyaniyan dide ku ew dê Durziyan biparêze.
#VÎDEO - Îsraîlê derdora gundê Şethayê yê Hemayê bombebaran kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 2, 2025
🛑 Îsraîlê derdora Şamê jî bombebaran kiriye #Israel #Syria pic.twitter.com/RmEQfuYtQg
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse