Artêşa Îsraîlê li Quneytrayê derbasî gundekî din bû
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li parêzgeha Quneytrayê ya Sûriyeyê derbasî gundekî din bû.
Medyaya Fermî ya Sûriyeyê belav kir ku doh hêzeke Îsraîlê derbasî nav gundê Seydayê yê li çoltera başûrê Quneytrayê bûye û xaleke kontrolê daniye.
Tê gotin ku hêza Îsraîlê ya ku ji 5 otomobîlên leşkerî pêk dihat, derbasî rojavayê gundê Seydayê bûye û rê nade ku xelk ji xala kontrolê derbas bibe û ji ber vê yekê jî xelkê deverê nerazîbûn nîşan daye.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, piştî ku xelkê gund li nêzîkî xala kontrolê civiyaye hêzên Îsraîlê gule berdane hewayê da ku xelk belav bibe.
Îsraîl piştî ketina Esed derbasî herêma tampon a li bilindahyên Golanê (Colan) bû.
Her wiha Çiyayê Hermonê jî kontrol kir û derbasî rûberekî berfireh ê parêzgehên Quneytra, Dera û hinek herêmên li çolterên Şamê bûye û li wan deran 9 xalên kontrolê danîne.