Sûriye: Qutabxaneya 'Charles de Gaulle' hat topbarankirinî

 

Hewlêr (Rûdaw)  -Qutabxaneya Fransî ya bi navê Charles De Gaulle a bajarê Şamê, di dema ku xwendevan tê de bûn, hat topbarankirin.

Rêveberê qutabxaneya Fransî ya Charles De Gagulle, Beşîr Înêz, ragihand ku tenê ziyanên maddî gihîştine qutabxaneyê. Înêz herwiha got di bûyerê de ti kes nemiriye û birîndar nebûye.

Li gorî nûçeyeke televîzyona al-Arabiya, Wezareta Derve ya Fransayê,  di daxuyaniyekê de topbarankirina qutabxaneya Charles De Gaulle şermezar kir.

Herwiha karmendeke jin ku  dema teqînê di qutabxaneyê de bû, got “Dema ku guleya hawanê li qutabxaneyê ket, xwendevan di refê xwe de dixwendin, lê ti kes birîndar nebû”.

Li gorî nûçeyê duh (01.12.2103) demjimêr 7ê sibê topeke hawanê li ser qutabxaneyê de teqiya û di encamê de tenê ziyanên gihîştin avahiya qutbaxanê.

Qutabxaneya Charles De Gaulle li taxa Mezzê ya bajarê Şamê  ye ku tê de nêzîkî 220 xwendevan heye.

Xwendevanên qutabxaneyê ji zarokên dewlemendan û zarokên kesên biyanî yên ku li şamê mane, pêk tê.