Stêrkeke tîma Sûriyê wendayî ye


Hewlêr (Rûdaw)- Stêrka tîma Sûriyê ya futbolê Mahir el-Seyid li paytxata Sûriyê Şamê wenda bû û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Televizyona Skynews li ser zarê çavkaniyeke ji malbata wî ve nêzîkî veguhestiye ku Mahir el-Seyid roja sêşemê li navçeya Beramkê li Şamê wenda bû.

Çavkaniyê diyar kir ku el-Seyid ku ji bo rahênanê diçû bajarê el-Feyhaa yê werzişî, li navçeya Beramkê li nava Şamê wenda bû.

Li gor wê çavkaniyê, dibe ku el-Seyid hatibe girtin an jî revandin, ji ber ku mobaylê wî yê taybet ji wê demê de girtî ye.

Mahir el-Seyid di sala 1979an de li Şamê jidayikbûye û yek ji lîstikvanên diyar ên Sûriyê ye û di yaneyên el-Wihde û el-Ceyîş ên Şamê de lîstiye.