Komeleya Lêlûnê: Em Ereb û Ermenan jî fêrî Kurdî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê Komeleya Lêlûnê bi baweriya "Çand û ziman bingeha nasnameya gelan in" xebatên xwe yên çandî û civakî didomîne.

Komele hewl dide nasnameya Kurdî biparêze û bibe pirek ji bo hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê.

Komeleya Lêlûnê di nav şert û mercên dijwar de, bi taybetî piştî êrişên li Şêx Meqsûdê ji aliyê komek ciwanan ve wekî destpêşxeriyeke mirovî hat avakirin.

Berpirsa Beşa Çandê ya Komeleya Lêlûnê Zîlan Îbrahîm beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Zîlan Îbrahîmê got, "Berî 3 mehan û piştî rûdanên li Şêx Meqsûdê em hinek ciwan kom bûn.

Me ji hikûmeta Sûriyeyê moleta kar xwest û wan jî erê kir.

Me dît ku ji bo parastina çand û zimanê Kurdî pêwîstiyeke mezin heye."

Wê da zanîn ku navê komeleyê ji Çiyayê Lêlûnê yê Efrînê hatiye wergirtin ku xwedî girîngiyeke dîrokî û çandî ye.

Dersên zimanê Kurdî û muzîkê

Komeleya Lêlûnê girîngiyeke mezin dide fêrkirina zimanê Kurdî û parastina folklorê.

Di nava çalakiyên komeleyê de dersên zimanê Kurdî, perwerdeya muzîk, dîlan û folklorê ji bo zarok û ciwanan bêpere tên dayîn.

Zîlan Îbrahîmê got, "Ciwan gelekî dixwazin fêrî çand û zimanê dayîka xwe bibin lê xwesteka zarokan hîn kêm e."

Niha nêzîkî 15 xwendekarên wan hene ku di nav wan de Ereb û Ermen jî hene.

Îbrahîmê destnîşan kir, "Mafê her kesî ye ku zimanê xwe yê dayîkê bizanibe. Em dixwazin zimanê me were parastin û nifşê nû bi zimanê xwe bixwîne û binivîse."

Zîlan Îbrahîmê li ser pirsa "Eger li Şêx Meqsûdê dibistanên Kurdî vebin hûn dê biçin dibistanên Kurdî yan Erebî?" wiha bersiv da:

"Bê guman em dê hemû biçin dibistanên Kurdî."

Têkiliya bi pêkhateyên din re

Zîlan Îbrahîmê ragihand ku komeleya wan têkiliyên xwe yên bi komeleyên Çerkez, Ereb û Suryanan re xurt dike û çalakiyên hevbeş li dar dixe.

Lê belê astengiya herî mezin ew e ku hinek malbat ji ber bandora siyaseta berê dudil in ku zarokên xwe bişînin da ku fêrî çand û zimanê Kurdî bibin.

Plana vekirina şaxên nû

Berpirsa Beşê Çandê ya Komeleya Lêlûnê li ser planên xwe yên paşerojê jî axivî.

Wê diyar kir ku armanca wan a sereke parastina çand û zimanê Kurdî û bihêzkirina pêkvejiyana hemû pêkhateyan e.

Komele plan dike ku di paşerojê de li Til Aran, Efrîn, Laziqiye, Hema û Reqayê şaxên xwe veke.

Rewşa Şêx Meqsûdê

Zîlan Îbrahîmê ku bi xwe jî li Şêx Meqsûdê dijî derbarê rewşa taxê ev agahî dan:

"Rewş aram e, gelek malbat vegeriyane û hemû pêkhate bi hev re dijîn. Lê di warê xizmetguzariyê de kêmasiyên wekî qerebalixî û xirabiya paqijiyê hene."