Artêşa Azad a Sûriyê şer li dijî PKKê ragihand

03-08-2013
Dildar Şeko
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê konseya leşkerî ya artêşa azad a Sûriyê Ebdulcebar Ekîdî, bi tundî gef li PKKê xwar û wiha got: “Emê ji vir û pêde qirra PKKê bînin.”

Li gorî nûçeya AFP, Serokê Konseya Leşkerî ya artêşa azad a Sûriyê Ebdulcebar Ekîdî, li Helebê bi serokê Eşîran û bi rewşenbîran re civînek li dar xist. Di civînê de Akîdî anî zimên ku ji niha û pê de ewê dilê xwe bi PKK ê neşewitînin.

Di axaftina xwe de Ekîdî got: "Min Lîwaya el Tewhîd agahdar kir. Her çend teqemeniya me ya leşkerî hebe her tiştî bi xwe re bibin. Êdî derbarê vê babetê de bêdengî nema. Çi gava ku me bi PKK re li hev kiriye her ji pişt ve li me xistin. Ji niha û pê de emê merhametê li wan nekin. Emê dilê xwe bi wan neşewitînin. Heger ji me bê emê qirra PKK ê bînin. "

 

Ekîdî, piştî dazanîn ku ar manca wan tenê PKK ye, ne gelê Kurd e û hîç dijminatiyek me bi gelê Kurd re nîne, axaftina xwe wisa domand: "Armanca me tenê PKK ye. Her ku yekîneyên me li dijî desthilatê bi şerê mezin radibûn, PKK ê jî ji paş ve li me dixist. Em tenê li ser PKKê dipeyivin, ne li ser Kurdan. Bila ev yek baş bê têgehiştin. Kurd birayê me ne û ew jî bi me re (li dijî rejîmê)  mil bi mil şer dikin. "

Heftiya çûyî PYDê bajarokê Serêkaniyê ku dikeve bakûrê Sûrî ji dest Cebhet el Nusra bi temamî derxistibû û her wisa PYDê ragehandibû ku ewê dewletek serbixwe ya Kurdî ragehîne. Li hember vê ragehandina PYDê Tirkiyê nerazîbûneke tund nîşan dabû û wezareta karûbarê Turkiyê hevserokê PYDê Salih Mislim bi rengekî fermî vexwendibû Tirkiyê û rû bi rû diltengiya Enqerê jê re ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst