Li Siwêdayê şer: 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê, di navbera komên çekdar û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê careke din şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.
Birêvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku yek ji kuştiyan endamê hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ye.
Her wiha kuştiyê din jî xelkê Siwêdayê ye.
Şer li herêma Til Hedîd ê li derdora rojavayê Siwêdayê qewimî. Til Hedîd herêmeke bilind e yek ji herêmên rojavayê Siwêdayê û dikeve ser bajarokê Seelê û derdora wê.
Her wiha ew cih dikeve ser rêyên sereke yên di navbera bajarê Siwêdayê û derdora wê ya rojava de, ev yek jî wê dike xaleke sereke ji bo kontrolkirina deverên derdorê.
Piştî ku navçe ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi hawan û çekên giran hat bombekirin, dengê teqînan û gulebaranê li deverên cuda yên bajarê Siwêdayê hat bihîstin.
Çavkaniyên nêzîkî Durziyan eşkere kir ku herêma Til Hedîd ji aliyê wan ve hatiye kontrolkirin.
Li gorî amarên SOHRê, hejmara kuştiyan ji serê sibeha 13ê Tîrmehê ve, ji ber pevçûn û bombebaranên Îsraîlê, gihiştiye 1,492 kesan ku bi vî awayî hatine dabeşkirin:
708 kes jê xelkê parêzgeha Siwêdayê ne. Ji wan 164 kes sivîl in ku 21 zarok û 56 jî jin in.
470 karmendên Wezareta Parastinê û hêzên Hikûmetê Sûriyeyê jî hatine kuştin. Ji wan 40 kes ji eşîrên Ereb û yek jê jî çekdarekî Libnanî bû.
Di bombebaranên Îsraîlê de 15 karmendên wezaretên parastin û karên navxwe hatine kuştin.
Di êrişa Îsraîlê ya li ser avahiya Wezareta Parastina Sûriyeyê de 3 kes hatine kuştin ku yek jê jin bû û 2 kesên din jî nenas bûn.
Li Siwêdayê di dema şer de 2 rojnamevan hatin kuştin.
Karmendên wezaretên parastin û karên navxwe 291 kes kuştin ku di nav wan de 17 jin, 10 zarok û kalek hebûn.
Çekdarên Durziyan 3 kesên ji eşîrên Ereb kuştine ku yek jê jin û yek jî zarok bû.