Koalîsyonê Ebû Derdaa el-Kurdî kuşt

Hewlêr  (Rûdaw) - Serkirdeyê payebilind ê rêxistina "Ensar el-Îslam"ê yê ku bi nasnavê "Ebû Derdaa el-Kurdî" tê naskirin li Îdlibê hat kuştin.

Ebû Derdaa el-Kurdî di êrişa asmanî ya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) de li parêzgeha Îdlibê ya bakurrojavayê Sûriyeyê hat kuştin.

Otomobîla wî li ser rêya di navbera Dare û Barîşayê de bi mûşekan hat armancgirtin û di êrişê de du hevalên wî jî hatine kuştin.

Haşim Mehyo el-Qedûrê ku bi navê “Haşim el-Reslan” dihat naskirin jî 28ê Îlonê li gundewarê başûrê Îdlibê hatibû kuştin.

Divê were gotin ku demên dawiyê serkirdeyên "Ensar el-Îslam"ê dibin hedef.