Çalakvanê Kurd Serdar Neisan ji aliyê Asayişa PYDê ve hat berdan
Hewlêr (Rûdaw)- Çalakvanê Kurd Serdar Neisan ku berî çend rojan ji aliyê asayişa PYDê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ve hatibû girtin, îro (03.12.2013) hat berdan.
li gor zanyariyên Rûdawê, Serdan Neisan ku endamê partiya Demoqrat ya Kurd li Sûriyê (Elpartî-baskê Ebdilhekîm Beşar) ye îro ji aliyê asayişa PYDê ve serbest hat berdan.
Serdar Neisan bi giliyekî ji aliyê hevalekî PYDê ve hatibû girtin.
Ew hevalê PYDê di giliyê xwe de gotibû ku “Serdar li ser Facebookê gefa kuştinê lê xwariye”.
Her li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê li Kobanî dane, piştî ku hevalê PYDê doza xwe li dijî wî vekşandibû, Serdar Neisan serbest hat berdan.
Serdar Neisan berî nêzîkî 2 heftiyan li bajarê Kobanî hatibû girtin.