Sûriye: Golan axa me ye, mafê me ye ku em vegerînin
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulabî ragihand ku Girên Golanê (Girên Colanê) axa Sûriyeyê ne û mafê welatê wî heye ku ji Îsraîlê vegerîne.
Li gorî nûçeya televîzyona El Îxbariyeyê ya Sûriyeyê, Îbrahîm Ulabî ragihand ku hevdîtinên Sûriyeyê yên bi Îsraîlê re ji bo nehiştina fikarên ewlehiyê yên her du aliyan, di bin çavdêriya Serokê Amerîkayê Donald Trump de hatine kirin.
Îbrahîm Ulabî tekez kir ku di van hevdîtinên li gel Îsraîlê de paşeroja Girên Golanê bi ti awayî nehatiye gotûbêjkirin û bal kişand ser wê yekê ku Sûriyeyê rêyên aştiyane û dîplomatîk xistine serê lîsteya xwe.
Bi gotina Ulabî, Golan axa Sûriyeyê ye û mafê welatê wî heye ku wê derê ji Îsraîlê vegerîne.
Girên Golanê
Îsraîlê di Şerê 6 Rojan ê 1967an de ku Filistînî jê re dibêjin "Nekse" (Roja Windakirina Axê), Girên Golanê, Qudsa Rojhilat, Xeze û Nîvgirava Sînayê ya Misirê û giravên Tîran û Sanafîrê standibûn ku wê demê di bin kontrola Misirê de bûn.
Girên Golanê li Quneytrayê ne û 60 kîlometreyan dûrî Şamê ne.
Sûriyeyê sala 1973yan bi beşdariya Misir û hinek welatên din ên Ereban ji bo vegerandina axa xwe operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin.
Hewldana ku wekî "Şerê Çiriya Pêşîn" jî tê naskirin bi ser neketibû.
Îsraîl û Sûriye sala 1974an razî bûn ku hêzên xwe yên li Girên Golanê vekişînin û şerê leşkerî bi dawî bikin.
Heman salê leşkerên hêza aştiyê li herêmê hatin bicihkirin.
Îsraîlê ragihand ku wê Girên Golanê bi awayekî yekalî tevlî axa xwe kiriye lê civaka navneteweyî heta îro jî ev biryar nas nekiriye.