Li Şamê nîqaşa destûrê: Welatîbûn û nasname hatin gotûbêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê bi beşdariya çalakvan û lêkoleran komxebatek li ser mijara "Welatîbûn di navbera nasname û destûrê de" bi rê ve çû.
Komxebat ji aliyê Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî, Navenda Guhertina Demokratîk (CDC) û Navenda Zelayê ve bi hevbeşî hat organîzekirin.
Di komxebatê de hejmarek çalakvan û nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn û mijarên girîng ên têkildarî paşeroja Sûriyeyê nîqaş kirin.
"Pêwendiya organîk a di navbera destûr û nasnameyê de"
Lêkolerê warê nasnameyê Zeydûn Zuhbî ku serpereştiya komxebatê dikir, derbarê naveroka çalakiyê de agahî dan.
Zeydûn Zuhbî diyar kir ku armanca wan vekirina diyalogeke kûr e û got:
"Komxebat danasîneke bilez a têgeha nasname, destûr û welatîbûnê bû.
Me behsa pêwendiya organîk a di navbera destûr û nasnameya niştimanî û mafên civakan û mafên mirovan de kir ku ew hemû pêkhateyên girêdayî hev in."
Kêmasî û xalên erênî yên destûran
Zuhbî destnîşan kir ku wan di komxebatê de çavek li destûrên cuda yên Sûriyeyê gerandiye û wiha axivî:
"Me li gel beşdaran nîqaş kir bê ka di destûran de li ku derê kêmasî û li ku derê xalên erênî hene.
Di encamê de me xwest em diyalogekê li ser mijara destûrî vekin, çimkî heta niha piraniya bijareyên Sûriyeyê mijûlî tiştên rojane ne, li şûna ku bîr li mijarên cewherî yên wekî destûrê bikin."
"Ji bo ciwanan ezmûneke baş bû"
Beşdaran jî dilxweşiya xwe ya ji bo lidarxistina çalakiyên wiha anî zimên.
Beşdarekî komxebatê ji Rûdawê re diyar kir ku komxebat girîng bû û got:
"Bi rastî semînareke baş bû, bi taybetî ji aliyê nîqaş û diyaloga li ser siyaset û demokrasiyê ve.
Ji bo min wekî beşdarê herî ciwan tiştekî pir xweş û bikêrhatî bû."