Li Laziqiyê sê leşkerên Sûriyê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan - Serokê Navenda Lihevhatinê ya Aliyên Şer a Rûsyayê li Sûriyê Vladimir Savchenko ragihand ku grûpên çekdar li Laziqiyê bi 5 firokêyên bê pîlot êrîşî artêşa Sûriyê kirine û di encamê de 3 leşkerên Sûriyê canê xwe ji dest dane.
Savchenko da zanîn ku ew êrîşa grûpên çekdar 2ê Îlonê ji aliyê bajarokê Cisir Şûhûr ve hatiye kirin ku dikeve sînorên parêzgeha Idlibê û di encama wê êrîşê de 3 leşkerên Sûriyê canê xwe ji dest dane.
Savchenko got, Navenda Lihevhatinê ya Aliyên Şer a Rûsyayê bangî komên çekdar ên ne yasayî dike ku xwe ji çalakiyên provokatîv dûr bigirin, ji ber niha pêvajoya çareseriyê derbarê devera wan de dest pê kiriye.