Jean-Noel Barrot li Şamê li ser zimanê Kurdî çi got?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî rûxîna desthilata Beşar Esed cara duyem çû Şama paytexta Sûriyeyê kir.

Jean-Noel Barrot di vê serdanê de tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ya ji bo bicihanîna temam a peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de kir.

Barrot ragihand ku parastina ewlehiya Fransayê bi têkbirina terorê ya li herêmê ve girêdayî ye.

Wezîrê Fransiz diyar kir ku Parîs û Serokkomarê Fransayê ji bo dîtina çareseriya siyasî ya aloziyan roleke sereke lîstine.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got:

"Niha ku dewleta Sûriyeyê kontrola hemû axa xwe kiriye, ez hatime ku li gel rayedaran li ser rêyên berdewamiya şerê li dijî DAIŞê dan û standinan bikim."

Jean-Noel Barrot bal kişand ser girîngiya bicihanîna temam a peymana 29ê Kanûna Paşîn.

Li gorî vê peymanê, divê hêz û îdareya Kurdan di nav hêzên ewlehiyê û dezgehên dewletê de cih bigirin.

Jean-Noel Barrot anî ziman:

"Pêwîst e biryarnameya serokatiyê ya ji bo naskirina mafên ziman, çand û perwerdeyê ya Kurdan were bicihanîn."

Barrot her wiha da zanîn ku divê berpirsên Kurd di nav dezgehên dewletê de werin diyarkirin, lîwayên HSDyê werin perwerdekirin û koçber vegerin cihên xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Hewlêrê bi serkirdeyên Kurdan re dicive.