Navenda Nûçeyan - Rêxistina Bijîşkên Sînornenas derbarê rawestandina karê bijîşkî li nexweşxaneyeke Helebê hişyariyê dide.
Rêxistinê di rapora xwe ya îro hatê belavkirin de ragihand ku nexweşxaneya Taxa Saxûr ji ber ku 2 rojên li pê hev ji aliyê firokeyên Hikûmeta Sûriyê ve hat bombebarankirin, êdî karê bijîşkî tê de hat rawestandin.
Di raporê de hat gotin, wê nexweşxaneyê xizmet dida nêzîkî 400 hezar kesan, gelek xelk têde dihatin dermankirin û rawestandina karê wê li ser jiyana xelkê metirsiyê çê dike.
Rêxistinê destnîşan kir di meha Adara borî de zêdetirî 300 emeliyat di wê nexweşxaneyê de hatin kirin û bêtirî 2 hezar û 444 kes hatin dermankirin.
Taxa Saxûr niha di destê hêzên dijbereyê de ye lê firokeyên Hikûmeta Sûriyê bi berdewamî wê taxê bombebaran dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse