Li Sûriyeyê krîza aborî kûrtir dibe: 'Xelk nikare debara xwe bike'
Şam (Rûdaw) - Li Sûriyeyê ji ber daketina nirxê lîreyê û şerê Amerîka û Îranê, bihayê kel û pelên sereke bi awayekî berbiçav zêde bû.
Berhemên wekî birinc, rûn û şekir herî kêm 3 hezar lîreyên Sûriyeyî biha bûn.
Şerê Îran û Amerîkayê bandor kir
Şerê di navbera Îran û Amerîkayê de û daketina nirxê lîreya Sûriyeyê ya li hemberî dolarê Amerîkayê sedemên sereke yên vê krîzê ne.
Ji ber van sedeman, kargehên xwecihî kel û pelên xam biha dikin. Ev yek jî dibe sedema pêla bihabûn û xizaniyê li welêt.
“Parêzer e lê nikare debara xwe bike”
Şêniya Şamê Muna Zazayê behsa zehmetiya jiyanê kir û got:
"Ez û hevjînê xwe, em hewl didin xwe ji tiştekî bêpar nehêlin lê her tişt gelekî biha ye.
Hinek kes hene zarokên wan li zanîngehê dixwînin û zarokên hinek kesan jî pir in.
Du zarokên keça min hene û nikare debara xwe bike.
Tevî ku hevjînê wê parêzer e, dîsa jî ew nikarin debara xwe bikin."
"Dema zêdegavî hebe em midaxele dikin"
Rayedarên hikûmetê diyar dikin ku bazar serbest e.
Lê belê ew destnîşan dikin, dema ku zêdegavî di warê nirxan de çêbibe ew midaxeleyê dikin.
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiya Navxwe ya Sûriyeyê Hesen Şewa li ser mijarê axivî û got:
"Carinan di navbera mûsiman de nirxê kel û pelan normal e. Lê carinan jî wekî dema derbasbûyî bilind dibe.
Sedema vê jî daketina nirxê lîreya Sûriyeyê û astengbûna veguhastinê ye."
Hesen Şewa da zanîn ku şerê Îran û Amerîkayê bûye sedem ku veguhastin dereng bikeve û lêçûnên wê zêde bibin û pê de çû:
"Vê rewşê bi awayekî rasterast bandor li nirxê berhemên xwecihî û hawirdekirî kir."
Hawirdekirina hinek berheman hat qedexekirin
Komîteya Hawirde û Hinardeyê ya Niştimanî ji bo parastina berhemên herêmî û çavdêriya bazarê biryarek derxist.
Bi vê biryarê, hawirdekirina çend berhemên çandinî û xwarinê ji bo heyama 3 heta 6 mehan hat qedexekirin.
Di nav lîsteya berhemên qedexekirî de sebze, fêkî, hêk, mirîşk û hinar hene.