Amnesty: Hevpeymaniya Navdewletî Reqa kiriye bajarekî wêrankirî

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efûya Navdewletî (Anmesty International) ragihand, ku di şerê kontrolkirina bajarê Reqa de, Hevpeymaniya Navdewletî ti girîngî nedaye jiyana sivîlan û Reqa weke bajarekî wêrankirî li pey xwe hiştiye.

 

Rêxistina Anmesty di raporta xwe de ragihandiye, ku di dema operasyonên kontrolkirina wî bajarî ji destê DAIŞê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka, yasayên navdewletî binpê kirine û bajarê Reqa weke bajarekî wêrankirî li pey xwe hiştiye.

 

Li gorî daxuyaniya vê rêxistina navdewletî, tîmên wan serdana 42 navçeyên ser bi bajarê Reqayê kirine û li gel 112 kesan hevdîtin pêk anîne.

 

Di dawiya raportê de, rêxistina Efûya Navdewletî daxwaz ji Hevpeymaniyê dike, vê kiryara xwe qebûl bike û hewil bide ku lekolîneke serbixwe li ser kuştina sivîlan li bajarê Reqayê encam bide.