Li Helebê otobûs wergeriya: 7 mirî û 45 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Helebê yê li bakurê Sûriyê di buyereke trafîkê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 45 kesên din jî birîndar bûn.

Otubusa ji Minbicê diçû Helebê, ku hejmarek xwendevanên bekelorya tevî malbatên xwe têde bûn wergeriya.

Di encama bûyerê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û herwiha 45 kesên din jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku ew xwenkdar ji bo beşdarî ezmûnan bibin ji Minbicê diçûn li Helebê

Minbic di bin kontrola HSD de ye, ji ber wê yekê xwendevan ji bo imtîhanan diçin Helebê ku ew der di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye.