Hewlêr (Rûdaw)- Li Sûriyê keçek ji ber ku razînebû bi endamekî hêzên alîgirên rêjmî (şebîh) re bizewice, wî kurî guleyek li serê wê da û ew kuşt.
Hat ragihandin ku, li bajarê Laziqiye yê ku wek navenda rêjîma Sûriyê tê naskirin, keçeke 17 salî bi destê şebîheke rêjîmê ve hat kuştin.
Wî çekdarê bi navê Basil Siqur keça bi navê Seba Hesan Ebû Şimlat bo zewacê xwestibû, lê keç û bavê wê razî nebibûn.
Bavê wê keçkê, Dr. Hesan Ebû Şimlat li Laziqiye kesekî naskirî ye û dayîka wê Bisman Malik Heyder jî endazyar e, herwiha mam û xalên wê ji hemû endazyar û diktor in, lewma razînebûne ku keça xwe bidin wî kurê ku nikarîbû zanîngeha xwe biqedîne.
Piştî ku daxwaza Basil Siqur hat redkirin, Siqur guleyek li serê keçê da û ew kuşt.
Tê zanîn ku piştî serhildana şoreşa Sûriyê, rêjîmê hêzên taybet ji elewiyan ava kirin da ku alîkariya wê bike di şerê li dijî dijbereyê û ew navê Berevaniya Niştimanî li wan dike. Basil Siqur yek ji endamên wan hêzan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse