Fermandarê Artêşa Azad: Em kesên zilmê li xelkê Efrînê dikin nas nakin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên hêzên opozisyonê ku hikûmeta Tirkiyê piştgiriya wan dike, her roj li dijî hemwelatiyan tawanan encam didin lê fermandarekî hêza “Artêşa Niştimanî” jî got ku ew van binpêkirinan qebûl nakin.
Binpêkirin li herêma Efrînê yên li dijî welatiyên Kurd berdewam in. Rojane nameyên wan welatiyan tên belavkirin û tê de dibêjibn “êdî pêwîst e çareyek ji rewşa me re bê dîtin, ku zordariya çekdaran ji ser me bê rakirin.”
Herî dawî tomara dengî ya çekdarekî belav bû ku tê de daxwazê ji grûpên çekdar ên li Efrînê dike daku kurdekî li wê derê nehêlin.
Lê berdevkê hêza bi navê “Artêşa Niştimanî” Mistefa Sêcerî ji Rûdawê re ragihand ku ew nizanin xwediyê wê tomara dengî kî ye.
Mistefa Sêcerî got: “Ez tekez dikim ku ev deng ji aliyê me ve nehatiye naskirin. Em van reftaran napejirînin. Ev reftar tawan in. Birayên me yên kurd, li Efrînê piranî ne, êdî nabe welatiyekî sûrî daxwazê bike ku xelkê Efrînê bêne koçberkirin. Ez li vê derê bi navê Artêşa Niştimanî diaxivim: Em bi ti awayî qebûl nakin zordarî li xelkê me yê Efrînê bê kirin.”
Di demekê de, ku binpêkirinên çekdaran li herêma Efrînê eşkere têne dîtin û belge li ser wan têne belavkirin, herwiha welatiyên vê herêmê rojane behsa wan binpêkirinan dikin, Sêcerî red dike ku ew agahdarî van binpêkirinan bin.
Dş vê derbarê de Fermandarê Artêşa Azad Mistefa Sêcerî got: “Li vê derê, ez bi awayekî fermî diaxivim. Ez tekez dikim ku xwediyê wî dengî, ji aliyê me ve nenaskirî ye. Em tiştekî li ser vî kesî nizanin. Lê eger em wî nas bikin û bi rastî fermandarek ji Artêşa Azad a Sûrî be, ez tekez dikim ku ew dê bê ber lêpirsînê. Bi ti awayî ev yek nawê pejirandin.”
Berî çend rojan, Rûdawê jî vîdeoya welatiyekî Efrînê belav kir, ku tê de, çekdarek gefa serjêkirinê lê dixwe, eger ew 10 milyon lîreyên sûrî nede wan. Lê heta niha jî desthilata defakto ya wê derê ew çekdar negirtiye û çarenivîsa welatiyê li jêr gefê jî nehatiye naskirin.
Mistefa Sêcerî li ser vê jî got: “Ez tekez dikim ku ev binpêkirin redkirî ne. Her kesê ku van kiryaran bike tawankar dibe. Ji çend rojan ve, me li ser tora medyaya civakî dît ku kesek gefên kuştinê dide welatiyekî, eger ew welatî 10 milyon lîreyên sûrî nede. Bi rastî ev kiryar, gefê li ser girêbesta civakî ya Sûriyê dirust dikin. Birayên me yên Kurd, welatiyên van navçeyan in û ji erkê Artêşa Azad, parastina wan e.”
Welatiyên Efrînê dibêjin ku binpêkirin berdewam in. Hikûmeta Tirkiyê û opozisyona Sûriyê, ku li Efrînê, desthilata defakto ne, ji aliyê xwe ve, ti gavên praktîkî ji bo rêgiriyê li pêş wan binpêkirinan neavêtine.