Li Sûriyeyê betlaneyên fermî hatin guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer biryarnameyeke nû  derxist û betlaneyên fermî yên welat ji nû ve sererast kirin.

Ehmed Şer bi biryarnameya nû, "Cejna Rizgariyê" (8ê Kanûnê) ku roja ketina rejîma Esed e û "Bîranîna Destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê" (18ê Adarê) wekî betlaneyên fermî li lîsteyê zêde kirin.

Di heman demê de, bi biryarnameya nû re 4 merasîmên serdema berê ku betlaneyên fermî bûn hatin betalkirin.

Ew merasîmên hatine betalkirin jî ev in; "Şoreşa 8ê Adarê", "Cejna Mamosteyan", "Şerê Çiriyê" û "Cejna Şehîdan.

Di lîsteya nû de cejnên olî û neteweyî yên wekî Cejna Remezanê, Cejna Qurbanê, Sersala Koçî, Cejna Zayînê (Mîlad), Cejna Paskalyayê (Vejîn), Cejna Serxwebûnê (Cela) û Cejna Karkeran cih digirin.

Biryarname diyar dike ku ew saziyên ku karê wan divê di betlaneyan de berdewam be, dikarin ji vê biryarê muaf bin.

Her wiha hatiye destnîşankirin ku dê dîrokên hinek cejnên olî yên guherbar, paşê bi daxuyaniyên fermî werin eşkerekirin.

Biryarnameya nû di heman demê de biryarnameya hejmar 474 a sala 2004an û her tiştê dijberî wê betal dike.

Çavkaniyên medyayê, pejirandina Roja Şoreşa Sûriyeyê wekî betlaneya fermî, wekî nîşaneyeke sembolîk li ser girîngiya 18ê Adara 2011an şîrove kirin.

Li gorî wan, ew roj ku çirûska yekem a tevgera gelêrî ji Derayê dest pê kir, di dîroka Sûriyeyê de xaleke werçerxanê ye.

Lîsteya betlaneyên fermî yên nû wisa ne:

Cejna Remezanê: 3 roj

Cejna Qurbanê: 4 roj

Sersala Koçî: Rojek

Cejna Jidayikbûna Pêxember: Rojek

Sersala Zayînî (1ê Kanûna Paşîn): Rojek

Cejna Zayînê (Mîlad) li cem hemû mezheban (25ê Kanûnê): Rojek

Cejna Dayikê (21ê Adarê): Rojek

Cejna Serxwebûnê (17ê Nîsanê): Rojek

Cejna Paskalyayê (Vejîn) li cem mezhebên rojhilatî: Rojek

Cejna Paskalyayê (Vejîn) li cem mezhebên rojavayî: Rojek

Cejna Karkeran (1ê Gulanê): Rojek

Cejna Rizgariyê (8ê Kanûnê): Rojek

Cejna Şoreşa Sûriyeyê (18ê Adarê): Rojek