Îsraîlê dîsa hêz şandin nav axa Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên artêşa Îsraîlê îro careke din derbasî nav axa Sûriyeyê bûn.

Ew hêz çûn gundê "Seyda Hanût"ê yê li çoltera Quneytrayê ya li başûrrojavayê Sûriyeyê.

Hêza Îsraîlê ji 6 wesayîtên leşkerî pêk dihat û ber bi nav gund ve çû.

Heta niha derbarê tevger û gavên wê hêzê yên li herêmê de agahî nehatine belavkirin.

Ev gav piştî zincîreek bûyerên bi vî rengî tê.

Doh jî artêşa Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kiribû û bi topan çend gundên parêzgeha Derayê kiribûn armanc.

Medyaya Sûriyeyê belav kiribû ku topxaneyên artêşa Îsraîlê ji Girên Golanê (Colan) 8 guleyên topan avêtine herêma di navbera her du gundên Kewye û Abidînê yên li gundewarê rojavayê Derayê.

Her wiha hatibû diyarkirin ku yek ji topan li nêzîkî xaniyekî li gundekî ketiye xwarê.