Hikûmeta Şamê kujerê Hevrîn Xelefê kir fermandar

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Şamê Kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê yê bi navê Hatim Ebû Şeqra wekî fermandarê lîwaya 86an a Dêrezor, Reqa û Hisîçayê tayîn kir.

Seroka Partiya Sûriyiya Paşerojê Hevrîn Xelef roja 12ê Çiriya Pêşîn a 2019an li ser rêya Til Temir-Eyn Îsayê di otomobîla xwe de rastî êrişeke komên çekdar hat û li gel 7 hevalên xwe yên din canê xwe ji dest da.

Hatim Ebû Şeqra ji şehîdkirina Hevrîn Xelefê û 7 rêhevalên berpirsiyarê sereke bû.

Hatim Ebû Şeqra fermandarê koma çekdar a bi navê Ehrar el Şerqiyeyê bû ku bi ser Tirkiyeyê ve bû.

Ew ji aliyê Amerîka û Ewropa ve wekî terorîst tê naskirin.

Amerîkayê ragihandibû ku çekdarên koma Ehrar el Şerqiyeyê, ji tawanên wekî kuştin, revandin, şkence û destbiserdegirtina mal û mulk berpirsiyar in û bi van sedeman ceza bi ser wê komê de sepandibû.

Niha Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Hatim Ebû Şeqra wekî fermandarê lîwaya 86an a Dêrezor, Reqa û Hisîçayê tayîn kiriye.

Hevrîn Xelef xelka herêma Dêrikê bû û sala 2018an wekî Sekretara Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê hatibû hilbijartin.

Hevrîn Xelef bi xebatên xwe yên di warê mafên mirovan dihat naskirin.