Esed: Gelê Sûriyê peyameke bihêz ji welatên rojava re şand

06-06-2014
HOŞÎ MÛRAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Sûriyê Beşar Esed ê ku wê 7 salên din di posta xwe de bimîne, diyar kir ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê peyameke bi hêz bû ji bo welatên rojava yên ku piştgiriya opozîsyonê dikin.

Esed di yekemîn daxuyaniya piştî ragihandina encamên hilbijartinan de got ku “rêjeya bilind a beşdariya xelkê di hilbijartinan de peyameke bi hêz bû ji bo rojava û welatên ku destê wan di şerê li ser Sûriyê de heye”.

Esed herwiha got ku “gelê Sûriyê peyamek ji wan welatan re şand ku ew zindî ye û li ser diyarkirina çarenivîsa xwe bi destê xwe israr dike û her tim li paşerojê dinêre”.

Ev yek gotinên Esed duh di civînekê de ligel serokê komîteya ewlekariya neteweyî û siyaseta derve ya Parlamentoya Îranê Elaadîn Brocrdî, hatin gotin.

Di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de ku welatên Rojava gotin ew “ne rewa ne“, Beşar Esed rêjeya 88.7% a dengan bi dest xist û din posta xwe de ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst