Artêşa Îsraîlê: Li Sûriyeyê sengerên leşkerî yên kevn ji holê hatin rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Sûriyeyê hinek ji sengerên leşkerî yên kevn ji holê hatine rakirin.

Artêşa Îsraîlê derbarî mijarê li ser hesabê xwe medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyê ragihand ku "li Sûriyeyê çalakiyên operasyonî yên armancdar berdewam dikin" û wiha got:

"Di yek ji van operasyonan de leşkerên ser bi Lîwaya Çiyê (Lîwaya 810an a Yedek), li gel yekîneya taybet a Yahalomê, çend sengerê leşkerî yên kevn ên rejîma Sûriyeyê ji holê rakirin.

Van sengeran ji bo qereqolên Artêşa Parastina Îsraîlê (IDF) yên li herêma Hermonê, gefeke rasterast çêdikir.

Lewra li Lûtkeya Hermonê, ew wekî xeta pêş a çeperên dijmin bûn.

Hêzên lîwayê, li başûrê Sûriyeyê operasyonên xwe yên proaktîf didomînin da ku ewlehiya welatiyên Îsraîlê û nemaze niştecihên Girên Golanê misoger bikin.”

Li Sûriyeyê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, hêzên Îsraîlê li herêma tampon a cîranê Girên Golanê bi cih bûbûn û li Çiyayê Hermon (Şêx) ê li başûrê rojavayê Şamê jî xalên leşkerî ava kiribûn.