Balefirxaneyên leşkerî yên Sûriyê bûne wargeha leşkerên Rûsî û pasdarên Îranê!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Sûriyê, balefirxaneyên leşkerî ji aliyê hêzên Sûriyê, Rûsya û Îarnê ve tên bikaranîn. Di nav hinek ji wan balefirxaneyan de yek serbazê Sûrî jî tine û li hinekan de jî mertalên çekên kîmyayî hene.

Ji destpêka kirîza Sûrî ve, navên gellek balefirxaneyên leşkerî yên Sûriyê tên bihîstin.

Binavtirîn balefirxane, balefirxaneya Himêmîm e, ku hêzên esamnî yên Rûsî wê bikar tînin. Balefirxaneya Himêmîm dikeve rojavayê Sûriyê û 25km dûrî bajarê Laziqiyê ye.

Yek serbazê Sûrî jî li wê balefirxaneyê nemaye û bi temamî ji aliyê hêza Rûsî ve tê birêvebirin.

Firehbûna balefirxaneyê bi 3 milyon metre duca tê texmînkirin û banda wê ji 2 hezar heta 4600 metreyî dirêj bûye, da ku 12 balefir di yek demê de bikaribin li ser deynin yan jî rabin, herwiha balefirên mezin ji cora Antunof bikaribin li wê bandê dakevin. Ji aliyekî din ve, balefirên ku wê balefirxaneyê bikar tînin ji cora  SU 34 , SU 24  û Tubolîf 22 ne.

Bi heman awayî sîstema şere elektronîk ji cora kirasuha 4. Û Yekeyeke pêwendiya ji cora Ar 166. Herwiha 40 Tankên ji cora Tî 90 , 15 topavêj û  zerîpoşên BîTîAR 82A ,û ketîbeyeke berevaniya ezmanî, bi merema berevaniyê li wê balefirxanneyê hatine bicihkirin.

Piştî xistina balefira Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, Rûsya rokêtên ji cora Ês 400 ên dijî balefiran li wê balefirxaneyê belav kirin.

Li gorî zanyariyên bingehên sîxoriyên Amerîkî hejmara serbazên Rûsî li wê balefirxaneyê gehiştiye 2 hezar serbazî.

Balefirxaneya duyem ya Tî for e ku mezintirîn balefirxaneya serbazî ya Artêşa Sûriyê ye. Ev balefirxane bi 90 km dikeve rojhilatê Himsê. 

Du muderec bi dirêjiya 3km û 54 hingarên mana balefiran lê hene.  Ji aliyekî din ve corên balefirên ku wê balefirxaneyê bikar tînin , Mêg29, Mêg27 , Sîxoy35 in. 137  tankên ji cora Tî82 lê hene. Herwiha 68 efserên biyanî , 71 efserên pilebilind û  280   efserên pilenizim yên Artêşa Sûrî, li wê balefirxaneyê kar dikin.

Balefirxaneya sêyem, balefirxaneya şiêrat e, ku hêza Rûsî dest bi amadekirina wê dike, da ku wê bi kar bîne. Ew balefirxane 31km li başûrê rojhlatê bajarê Himsê ye.  Û ew bigeha firqeya 22 û liwaya 50 ya ezmanî ya artêşa Sûrî bû.  Du band (medrec) bi dirêjiya 3 km nin. 2 Yekeyên taqîkirina kimawî lê hene. 40 hingarên mana balefiran lê hene. Balefirên ji cora Mêg 23 - Mêg 25 - Sîxoy 25, wê balefirxaneyê bikar tînin.

Li gorî çalakvanan, berê niha hêzên Îranî ev balefirxane bikar dianîn, lê niha artêşa Rûsî dest daniye ser vê balefirxaneyê.