Asayîşa Helebê: Em dê taxên xwe biparêzin guh nedin derewan
Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Helebê bangî nişticihên taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir û got, “Guh nedin derewan em dê taxên xwe biparêzin.”
Fermandariya Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) ya Helebê, derbarê êrişên li taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniyek da û bangî welatiyan kir ku malên xwe vala nekin.
Asayîşê ragihand ku li dijî wan "şerekî taybet" tê meşandin û soz da ku ew dê heta dawiyê taxên xwe biparêzin.
Fermandariya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê, êrişên komên girêdayî hikûmeta Şamê yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama van êrişan de xelkê sivîl bûne qurbanî û zererên mezin gihiştine mal û milkan.
"Nekevin xefika agahiyên derew"
Asayîşê bangç niştecihên taxan kir ku guh nedin propagandayên valakirina taxan û got:
"Em bangî gelê xwe dikin ku li malên xwe bin û nekevin pey xefika agahiyên derew ên bi armanca koçberkirinê.
Ji bo têkbirina hêzên me şerekî taybet ê sîstematîk dimeşînin. Em bangî gelê xwe dikin ku bi Hêzên Ewlehiya Navxwe re hevkar bin."
Bi tank û dronan êriş dikin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rageşiya heyî encama siyasetên dijminane ye û wiha hat gotin:
"Ji ferzkirina dorpêça giran bigire heta bi hewlên ketina bi tank û panzeran û hedefgirtina taxan bi hawan, obîs, Mûşekên Grad û dronan, ev êriş didomin."
Şam berpirsyar e
Asayîşa Helebê hikûmeta Şamê wekî berpirsa rasterast a van êrişan nîşan da û bangî rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişan zextê bikin.
Fermandariyê di dawiyê de tekez kir ku ew dê bersiveke xurt bidin her hewldaneke têkbirina ewlehiya welatiyan.