Kurdên Êzidî yên li Helebê: 1200 malbat di bin gefa qirkirinê de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Êzidî yên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dijîn, bangî Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan û nûnerên Êzidiyan kir.
Di bangewaziyê de hat ragihandin ku 1200 malbatên Êzidî di bin dorpêç û topbaranê de ne û metirsiya "qirkirinê" li ser wan heye.
Êzidiyên li Sûriyeyê yên ku li taxên dorpêçkirî yên Helebê dijîn, bi daxuyaniyekê rewşa xwe ya metirsîdar eşkere kir û daxwaza alîkariyê ji sazî û dezgehên Êzidiyan ên li Başûrê Kurdistanê û Îraqê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara wan zêdetirî 1200 malbatan e û piraniya wan niha rûbirûyê koçberî, dorpêç û topbarana bêserûber in.
Kurdên Êzidî bangî van aliyan kir:
- Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan a Herêma Kurdistanê
- Nûnerên Êzidiyan ên li Parlamentoya Îraqê
- Destey û rêxistinên Êzidî yên xwecihî
"Metirsiya komkujiyê heye"
Kurdên Êzidî yên li Sûriyeyê di peyamê de xwest ku destwerdana lezgîn were kirin û bi aliyên pêwendîdar ên Sûriyeyê û civaka navneteweyî re têkilî were danîn.
Êzidiyên li Helebê her wiha got, "Em dixwazin rê li ber her cûre komkujiya Êzidiyên dorpêçkirî û koçberkirî were girtin."
Tirsa dubarebûna trajediyan
Kurdên Êzidî yên li Helebê metirsiya xwe ya ji dubarebûna bûyerên li Siwêda û herêmên peravê yên Sûriyeyê anî zimên û got:
"Ji bo ku Êzidî ji ber cudahiya xwe ya olî rastî heman çarenivîsê nebin, em hêviya bersivdayîna bilez ji we dikin da ku xelkê me were parastin."