DÊREZOR - Eşîrên Ereban li ser talanê bi hev ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li çoltera parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê di navbera çekdarên eşîran de şerekî dijwar derket û agir bi çend bîrên petrolê hat xistin.

Li gundê Duwêrayê yê li çoltera Dêrezorê, ji ber nakokiya li ser parvekirina "samanan", di navbera çekdarên eşîran de şerekî dijwar derket.

Li gorî agahiyan, çekdarên eşîran agir berda malên hev û heta serê vê sibehê jî şer bi tundî berdewam kir.

Hevdem li herêma Ezbeyê ya çoltera Dêrezorê, çekdarên eşîran agir berda çend bîrên petrolê.

Li gorî çavkaniyên herêmî, sedema vê kiryarê vedigere ser nakokiya eşîran a li gel hikûmeta veguhêz a Şamê.

Nakokiya li ser dahata petrolê

Eşîr dixwazin ku wekî serdema Rêveberiya Xweser "pişka eşîran" ji dahata petrolê re were veqetandin.

Lê piştî ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ev daxwaz red kir, eşîran wekî nerazîbûn agir berda bîrên petrolê.

Ev alozî di demekê de ne ku piştî pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, valahiya ewlehiyê û nakokiyên li ser milkiyeta çavkaniyên enerjiyê li Dêrezorê zêde bûne.