Nûnerên kurd di opozîsyona Sûriyê de nehatin guhertin

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Civînên Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê Li hotêleke nêzîk bajarê Stanbolê berdewam in û biryar e roja duşemê piştî gengeşekirina çendîn mijarên siyasî û navxweyî bên bidawîhanîn.

 

Endemê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniyê, li ser kutleya Encûmena Niştimanî ya Kurd, Mihemed Xêr Bengo ji Tora Medya ya Rûdawê  re ragihand ku di helbijartina endamên desteya Siyasî de, ti guhertin derbarê nûnerên kurd de encam ne daye û her yek ji Selah Derwîş û Mihemed Xêr Bengo di posta xwe de mane.

 

Derbarê pêkhatina Desteya Siyasî de, Bengo diyar kir ku ji 22 berbijaran, 19 endam hatine helbijartin û guhertinerke mezin di Desteyê de encam daye ji ber ku çendîn endamên kevin, di nav wan de jî endamê Kurd, Ebdulbasit Seyda, xwe berbijar nekirin.

 

Bengo da zanîn ku 7 endam ji kutleya 44 an a ku piştî vekişandina xwe li Hevpeymaniyê vegeriya bû hatine helbijartin, ku ew jî : Cemal el-Werd, Hesan el-Haşimî, Xalid el-Nasir, Riyaz el-Hesen, Mihemed Xêr el-Wezîr, Nesir el-Herîrî û Yihya Mektebî ne, û herwiha aşkere kir ku ji nav berbijaran her yek ji Fayiz Sare, Rîma Filêhan û Welîd el-Omerî di helbijartinan de biser neketin.

 

Derbarê Endamên kevin de, Bengo da zanîn ku  ji bilû her du nûnerên kurd, her yek ji Ehmed Remedan, Enes Ebde, Salim Mislit, Ebdulehed Stêfo, Nezîr el-Hekîm û Hadî el-Behra li postê xwe mane.

 

Endamê Desteya Siyasî got civîna duşemê dê hinek mijarên peyrwa navxwe, raportên balyozên Hevpeymaniyê li derve û raportên Hikûmeta Demî gengeşe bikin.

 

Di vê çarçoveyê de, roja yekşemê 06.04.2014, du wezîr ji bo psota Wezîrê Xwendinê û Wezîrê Tendirûstiyê hatin hilbijartin, lê bigotina Bengo ji ber lihevkirin li ser kesayetiyeke bebijar ji bo posta wezîrê navxwe tine bû, destnîşankirina wezîr ji bo civata bê hat paşxistin.

 

Civînên Dsteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê,pêr 05.04.2014, li Stenbolê destpêkiribûn û hejmarek pirsên siyasî û rxistinî yên di rojevê de gotûbêjkiribûn û hinek postên wezaretên hikûmeta demî jî temam kiribûn.